Qeyûm pêxwasiyeke polîtîk e
În 14 Hezîran 2024 - 00:07
OMER IBRAHÎMOGLU / MA / STENBOL
Parêzer Guçlu Sevîmlî diyar kir tayinkirina qeyûman li dijî destûra bingehîn û peymanên navneteweyî ye, ti bingehê wê yê hiqûqî û qanûnî nîne û got: "Siyaseta qeyûm, pêxwasiyeke polîtîk e."
Bertekên li dijî destdanîna li ser Şaredariya Colemergê didome. Endamê Komeleya Hiqûqnasên Hevdem (ÇHD) Guçlu Sevîm, dagirkeriya qeyûm di warê hiqûqî de nirxand.
Ti aliyê xwe yê qanûnî nîne
Sevîmlî anî ziman pergala hiqûqê piştî Rewşa Awarte (OHAL) a ku piştî helwdana darbeyê ya 15'ê Tîrmehê hatiye îlankirin teşe girtiye û got ku çarçoveya qanûnî ya tayinkirina qeyûm spartine xala 127'an a Destûra bingehîn. Sevîmlî bilêv kir ku di esasê xwe de tu bingeheke qanûnî ya pêkanîna qeyûm tune ye.
Sevîmlî ragihand ku xalên têkildar ên di Qanûna Şaredariyê de xalên 45, 46 û 47'an e û got ku di xalên 46 û 47'an de tê gotin ku li şûna şaredarê bi awayekî demkî ji wezîfeyê tê girtin ji nava meclisê kesek tê hilbijartin. Sevîmlî destnîşan kir ku di Qanûna Şaredariyê de jî bingeheke tayinkirina qeyûm tune ye û got ya tê kirin tu beramberiyeke wê ya qanûnî tune ye.
Li dijî derqanûniyê têkoşîn hewce ye
Sevîmlî îşaret bi wê yekê kir ku îmzeya Tirkiyeyê jî li bin Peymana Xweser a Rêveberiyên Herêmî ya Konseya Ewropayê heye û got ku li gor vê şaredarî bi temamî li derî tehekuma rêveberiya navendî ne û xwedî erkeke xweser in.
Sevîmlî wiha domand: "Polîtîkaya tayinkirina qeyûm li gor min, rêbiriyeke polîtîk e. Ji lew re wekî din mirov nikare wê bi tiştekî din îfade bike. Desthilata siyasî pêkanîneke ku tu hêleke wê ya hiqûqî tune ye bi rihetî pêk tîne. Lewma mirov êdî nikare behsa hiqûqê bike. Lewma ev rêbiriyeke polîtîk e. Ji ber vê li dijî vê pêkanîna derqanûnî têkoşîn divê."