Qeşmer hene û sifetqeşmer hene

Luqman GULDIVÊ nivîsand —

Yekşem 6 Sibat 2022 - 22:00

  • Qedexekirina ragihandinê bi serê xwe ne meseleyek e ku mirov karibe, erê bike. Mirov nikare bibêje, me reş dike, em destûrê nadin rojnamevaniya filanî.

Qedexekirina ragihandinê bi serê xwe ne meseleyek e ku mirov karibe, erê bike. Mirov nikare bibêje, me reş dike, em destûrê nadin rojnamevaniya filanî. Heger sûcek hebe û berpirsê wî sûcî rojnamevanek be ew rojnamevan dikare bê cezakirin; heta ji bo demekê ji rojnamevaniyê jî bê menih kirin. Mirov dikare qanûnên li dijî nûçeyên derew derêxe ji bo pêşiyê lê bigire. Lê mirov nikare bibêje, filan kanal weşaneke gemar dike, ez nahêlim nûçegihan û studyoyên wê li vir kar bikin! 

Ev aqlê hizbên malbatî ye. Gava xwepêşandan çêdibin û kanalek dîmenên wê diweşîne, ew dikarin herin deriyê wê kanalê kilît bikin. Heta ew nûçegihanan dikujin yan jî bê serûşûn jî dikin. Aqlê Rojava, ne ev aql e.

Axir meseleya min wê ne ev be. Meseleya min yeke din e: Niha hinek radibin, ji nava neheqiyan ya herî safik, dixin kodika kemaçeya xwe de û navê wê digerînin. Ev meyla neqandinê, hostetiyek e. Hostetiyeke wilo ye, ku hin mirovên li sifreyên Ertugrul Ozkokan rûdinin, bi wan re dikenin û dixwin, lê careke tenê jî li keysa xwe nabihurin ku dev biavêjin insanên din. Te dît, ev mirov gava wisa tevdigerin dişibin qeşmeran. 

Qeşmerî jî pîşeyek e. Lê ev mirovên ez behsa wan dikim, nabin qeşmer, dişibin qeşmeran. Qeşmer esas bi mubalexekirina nakokî û ecêban xelkê dikenînin û çiqasî di mubalexekirin û peydakirina van nakokiyan de serketî bin, ew qasî di hunerê xwe de pişpişe ne. Lê ev mirovên ez behsa wan dikim, bi kirin û gotinên xwe, bi nakokiyên gotin û emelên xwe, dişibin qeşmeran. Ji ber wê jî ez qeşmeran ji vê nirxandina hal û rewşa wan qeşmerên din tenzîh dikim.

Ka bila bê bîra me li Amedê kî li ser wê sifreya Ertugrul Ozkokî bû. Ozkok di warê ragihandina dewleta Tirk de, weke serkêşê dijminatiya tevgera rizgariya Kurdistanê bû, hîna jî bi qasî ku derfetên wî destûrê didinê, weke xwe ye. Li sifreya piştî merasîma vekirina pêşangeha Ahmet Guneştekînî, Ertugrul Ozkok û Abdullah Keskîn li ser yek maseyê bûn û bi qasî xuya dikir, kêf kêfa wan bû. Bila be, yanî bila kêf kêfa mirovan be. Lê axir, mirov kirin û emelên xwe de bişibe qeşmeran, û rabe xwe ji keysekê nehêle ji bo ku dev biavêje Tevgera Azadiya Kurdistanê, qeşmeriya mirov jî êdî ne ti qeşmerî ye. 

Mesela dikare bibêje, Rêveberiya Xweser li gorî pîvanên demokrasiyê, nabe ku xebatên saziyên ragihandinê qedexe bike. Lê gava ku mesele ne rexne be, lê mesele ew be ka ez ê çawa “ya xwe li yê Kurmênc” bixim, ev sosret çêdibe. Gotinên wan jî êdî dibin ên qeşmerokan, yanî ne gotinên welê ne mirov li xwediyê wan jî êdî bigire. Lê axir, ji ber ku xasma nifşê ciwan, bi wan dadikeve û vî aliyê wan nabîne, min bal bir ser vê çûna dirûvên wan a bi ser qeşmeran ve.

Ev sifetqeşmer rexneyê nakin, derdekî wan ê weke rexneyê jî nîne. Min berê jî behsa wê anektoda hevalekî Hoserî kiribû ku bajariyên Cizîrî li bajêr li xizmekî wî xistibûn. Kalemêrî ku koma ciwanên bajarî bi gopalê  xwe ji ser wî dide alî û dibêje, “ka hilênin, ka hilênin” esas xweşik mebesta van sifetqeşmeran dike. Wî kalemêrî wiha dewam kiriye: “Ka hilênin, e(z) jî kopelekî li yê Kurmênc bixim”. Axir derdê van sifetqeşmeran ew e, derba xwe li yê Kurmênc bixin.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2022 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.