Qehreman li hember cinawiran

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 31 Cotmeh 2023 - 00:48

Li Japonyayê şervanên bi navê Samûraî navdar in. Di mîtolojî, wêje û sînemaya Japonan de her tim cihekî taybet ji wan re hatiye veqetandin. Yanî ew ji mêj ve bûne îlhama hunerî. Pirtûka bi navê “Waken ehon Sakigake” ya Katsushîka Hokusaî ku mirov dikarin wê weke “Pirtûka şervanên Japon û Çînî ya bi resm” jî bixwînin yek ji wan pirtûkên herî kevn e ku bi resmên li ser textikan behsa şervanan dike.

Katsushîka Hokusaî herî zêde bi berhema xwe ya “The Great Wave off Kanagawa” (Pêla Mezin ya li Kanagawa” tê zanîn. Wî ev berhem li ser textikan, bi awayekî çapkirî hazir kiribû. Lê pirtûka wî ya bi navê “Waken ehon Sakigake” bi qasî vê berhema wî girîng e. Wî ev pirtûk di temenekî mezin de ango di 76 saliya xwe de hazir kiriye.

Katsushîka Hokusaî di sala 1760’î de di Serdema Edo de li Japonyayê hate dinyayê. Gava ew dibe 6 salî dest bi xêzkirina resman dike û di jiyana xwe de bi hezaran wêneyên li ser textikan ku di serdema wî de pirr navdar in, çêdike. Ew herî zêde bi navê Hokusaî tê zanîn lê gelek navên wî yên din jî hene weke; Shunrō, Iitsu, Manji û Gakyō Rōjin. Maneya navê Litsu ev e; mirovê extiyar ê ku ji çêkirina resman hez dike.

Zanîn, insaniyet û wêrekî

Hokusaî ev pirtûka xwe ya ku behsa şervanan dike, li ser daxwaza weşangerê xwe Sūzanbō hazir kiriye. Sūzanbō ji Hokusaî xwest ku ew sê cildan hazir bike. Cildeke vê pirtûkê behsa zanîn (chi), yek jê behsa insaniyete (jin) û cildek jê jî behsa wêrekiyê () dike. Sūzanbō dixwest hin qehremanan ango şervanan bi rêya van cildan bi bîr bîne ji lewma tiştekî bi vî rengî ji Hokusaî xwestibû. Di van cildan de qehremanên weke Ciltte Hirai Yasumasa li hember kêzikên weke dêwan ên bi navê Tsuchigumo şer dikin. Hokusaî bi derbên firçeyan serpêhatiya van şervan û cinawiran vedibêje. Egewa Tomekichi û Sugita Kinsuke jî van xêzên wî derbasî ser textikan kirine, yanî çap kirine. 

Katsûshîka Hokusaî li gel temenê xwe yê mezin ev berhem hazir kirine û ev yek jî nîşaneya hezkirina wî ya ji bo  xêzkirinê ye. Di serdemekê de ya ku Japonya di warê madî de pirr tengijî bû, ev berhem hatine afirandin. Malbata Hokusaî di wextên herî dijwar de jî dev ji hunerî bernade û piştî mirina Hokusaî keça wî ya bi navê Ōi dide pey şopa hunerê wî û mîrateya wî ya di vî warî de vedijîne.

TOKYO

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.