Qedirnasî

Rêşad SORGUL nivîsand —

Pêncşem 9 Tîrmeh 2020 - 17:53

Em xelkên Rojhilata Navîn ji heleman (mubalexe) û bangeşeyê (propaganda) hez dikin. Em carna tiştên pirr piçûk mezin dikin û tiştên mezin jî dixin bin pê tine dihesibînin. Belkî ji vê be, nirx û hêjayên me, bê nirx û ne hêja dibin. Reş spî û spî jî reş dibe. Reng û deng cihê xwe nagirin û li naverastê govendeke bê serûber digere. Beriya bi çend rojan, dengbêjê li ber dilê me ezîz Seyîdxanê Boyaxçî kiras guhert û ji nava me bar kir. Xelkê me wî weke “Bilbilê Amedê” jî bi nav dikir. Li Mala Dengbêjan a Amedê guleke geş û xwînşîrîn bû. Ciwanan dilê xwe dibijandiyê û wan dixwest bibin dengbêj. Serhatiya wî gelekî dilêş bû. Temenê wî di nava zor û zehmetiyê de derbas bûbû û mirina heft zarokên xwe bi çavên xwe dîtibû. Tevî vê yekê, di van salên dawî de bi geşbûna şaredariyên Kurdan û rêxistiniya milletê me, dengbêj Seyîdxan jî gotin di cih de be, ji nava şekelan rabûbû li serê quncikê cihê xwe dît û çarmêrkî rûniştibû. Mixabin taliya temenê xwe nexweş ket û ket ber dest û lingan. Televîzyona Waarê çû, ew di wî halê wî de teswîr kir. (Bi ya min diviyabû di wî halî de nehatiba teswîrkirin. Rewşeke taybet e.) Ew jî diêşiya û di wê rewşê de gazinên xwe kirin. Pîrka min jî gelek salan ket ber dest û lingan. Li pêş çavê me diheliya. Canê wê diêşiya. Tevî ku timî nimêj dikir û gelek rojan rojî digirt, ji ber êşê dinaliya û her dinaliya ji Xwedê re xeber û dijûn didan. Îca kengî êşa wê hinekî kêm dibû û bi ser xwe ve dihat, mîna zarokan digiriya, ji bo Xwedê li wê bibihure jê lava dikir.
Îca, di rewşên wilo de beşek heye mîna kesên ji tîmên fûtbolê re li çepikan dixin û timî heman tiştan diqîrin, dest bi dûrikên xwe dikin. Dibêjin, ‘dîsa dengbêjekî Kurdan di nava xizaniyê de û bê xwedî mir. Em bi saya dengbêjan gihiştin van rojan.ʼ Kesên wisa, ti gotin namînin ji milletê Kurd re dibêjin. Gotinên wan ne tesbît û ne jî rexne ne. Gotinên ji zanistê dûr in, û tenê ew gotin in ku mîna dendikên çerezkirinê yên şevên zivistanê yên dirêj in. Ji xwe re pê bêhna xwe ber didin û nafikirin ku wê gotina wan encama xwe çi be. Ango gotinên ku ji berpirsiyariyê dûr in. Divê her mirov hay ji gotina xwe hebe û xwedî berpirsiyarî be. Binêrin, eger em ê qala xwedîderketinê bikin, ez divê neçar hinek tiştan bi bîr bixim. Dijminê sondxarî yê Kurdan, dewleta Tirk a înkarker û qirker li her devera Kurd lê ye, êriş dike û dixwaze koka Kurdan biqelîne. Beriya bi çend rojan, eskerên dagirker dest avêtin cenazeyê gerîlayeke Kurd û dîmenên wê weşandin. Ev ji bo milletekî qiyamet e. Her roj pênc şeş keç û xortên Kurdan li serê çiyan canê xwe dibexşînin. Ev gotin mirov nerehet dikin ne wisa? Yan jî van gotinên ez dibêjim, ti têkiliya xwe bi Kurdan re tinene. Ez ditirsim hinek mîna dagirker û dijmin dibêjin, bifikirin û bînin ziman ku gerîla PKK´yî ne, û dibe ku kuştina wan normal be. Ez dibînim, hinek bêhemdê xwe dibêjin, li vir gerîla tinene lê dîsa jî dewleta Tirk bombe dike. Yanî mîna li cihekî gerîla hebe, êrişên dewleta Tirk jî rewa ne. Ma mirov ewçend ji bo xwe û zarokên xwe dibe xerîb û xwenenas. Dîsa çend roj berê min li bernameya Kakşar Oremar li ser Feqîr Ehmed amadekirî, temaşe kir. Feqîr Ehmed dibêje, “Eger Rêber Apo nebûya wê îro Ehmedê Xanî nebûya.” Yanî tişta min jê fêhm kir, dixwaze bibêje, “Ehmedê Xanî nebûya wê Rêber Apo nebûya, Rêber Apo jî nebûya wê îro qedrê Ehmedê Xanî nehata zanîn.” Ango em bi xebat û hewldanên xwe yên ji bo welatekî azad hevdu mezin dikin. Îro her destketiya li Kurdistanê ji bo her kurdî sedema mezinbûn û serberziyê ye. Gotina pêşiyan e, “Mirov bi hevdu mezin dibin.”
Li vir a bi girîngî divê ez destnîşan bikim ew e, Tevgera Azadiyê di qonaxeke gelekî qederwarî re derbas dibe. Eger bişkê, wê tevahiya Kurdan bişikên. Ji lewra jî divê her kes li dijî dijmin û dagirkeran piçûk be jî tiştekî bike. Divê em xwe ji siyaseta hemaset û hisî dûr bikin. Ev awa me dixapîne û ji rastiyê dûr dixe. Li ser vî esasî jî divê em xwedî li nirx û muqedesatên xwe derkevin ku em bi wan hene û em ê bi wan hebin. Beriya her tiştî rêzik û pîvanên me dikin civak, ji bo me sedemên man û nemanê ne. Ji lewra jî tiştên pûç ên mîna firêzê xwe li me alandine, erka bîrewerên me ye aşêf bikin. Ji bo hebûn û manê, ji bo azadî û serxwebûnê, pêdiviya me bi civakekê heye ji kesayetên bîrbir û serwext, çalakvan û bikêrhatî pêk bê.

parvê bike

Rêşad SORGUL

Nivîsên Rêşad SORGUL

Bi ruhê Kobanê
27 Çileyê

Qorekî rast
13 Çileyê

Xirab ketiye!
23 kanûnê

Kirasguhertin
16 kanûnê

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.