Qedexeyeke bê şerm

Nûçeyên Çand/Huner

Yekşem 19 Kanûn 2021 - 22:00

  • Festîvala Silêmaniyê beriya nîşandana filma Ji bo Azadiyê bi çend saetan, nîşandana filmê betal kir û hinceta devkî jî, kevinbûna filmê bû. Komîna Film a Rojava, li ser vê festîval boykot kir û filma xwe ya din Dema dirîreşkan jî ji festîvalê kişand. 

ARDÎN DÎREN

Festîvala Filman ya Silêmaniyê a 5’an 17’ê vê mehê dest pê kir. Beriya festîval dest pê bike hatibû ragihandin ku ew ê filma “Ji bo azadiyê” yê ku derhêneriya wî Ersîn Çelîk kiriye û behsa berxwedana Sûrê dike jî were nîşandan. Li gorî bernameyê filma “Ji bo azadiyê” dê doh na pêr saet 22.00’an li City Cinema ya li Silêmaniyê bihata nîşandan. Lê beriya ku film dest pê bike bi çend saetan, komîteya festîvalê bi hinceteke sosret da zanîn ku wan film ji bernameyê derxistiye û film wê neyê nîşandan. Li gorî nûçeya Rojnewsê, hêzên Tirkiyeyê yên li Başûrê Kurdistanê rê li ber girtine ku film bê nîşandan û bi destê wan film ji bernameya festîvalê hatiye derxistin. Sala 2019’an jî dîsa li Silêmaniyê, bi hinceta “ji bo ewlehî û aramiya bajar nekeve tehlûkeyê” li salona Salim a sînemayê bi destê asayîşa bajêr galaya film hatibû astengkirin û galaya film betal bûbû. 

Festîval bi xwe filmê diezimîne

Ji bo em ji vê meselê piştrast bibin û hîn bibin bê ka rastiya meseleyê çi ye me xwe gihand derhênerê filmê Ersîn Çelîk. Ersîn Çelîk got, festîvalê bi xwe ew û filma wan dawetî festîvalê kiriye û wan jî bi vî awayî daweta wan qebûl kiriye. Çelîk got, “Beriya film dest pê bike ji me re gotin, nîşandana filmê betal bûye. Em jî heyirî man.”

Piştî wê Komîna Film a Rojava li ser mijarê daxuyaniyek da û got, ew filma xwe ya din a di festîvalê de jî jê vedikişînin ji ber ku “festîval ne platformeke azad” a huner e.

Heger kevn e we çima qebul kir?

Rêveberê festîvalê Daner Omer ji Rojnewsê re gotiye, “Me biryar dabû ku em ê filmên piştî 2020’an hatine çêkirin, nîşan bidin. Lê filma ‘Ji bo azadiyê’ sala 2019’an hatiye çêkirin. Heger me nîşan bidaya dê nîqaş derketana û her wiha me dê rexne bikirana. Me film asteng nekiriye, tenê dê nîşandan niha pêk neyê.” Li dinyayê şert û mercên festîvalan hemûyan berê tên diyarkirin û li gorê wê film beşdarî festîvalan dibin. Ev hinceta ku Daner Omer nîşan dide ne hinceteke di cih de ye. Mirov dikare vê pirsê jê bike, heger dîroka film kevin be, we çima di serî de ev tişt negot û film qebûl kir? Wekî din wek rêveberiya festîvalê we bi xwe film vexwendiye ji bo festîvalê. Kesên filman dinirxînin ango pêşjûrî diviyabû vê yekê ji serî ve bibêje û film daxilî bernameyê nekirana. Heta roja dawî jî ti pirsgirêk tine ye, lê çi tiştekî xerîb e ku beriya nîşandana filmê bi çend saetan tê gotin, nîşandan betal bûye. Ev yek piştrast dike ku film bi destê hin kesên din hatiye qedexekirin û gotinên Daner Omer dûrî rastiyê ne.

‘Balyozxaneya Tirkiye film qedexe kiriye’

Çavkaniyek ji ekîba filmê ji Rojnewsê re gotiye, biryareke siyasî li pişt vê qedexekirinê heye û nasandina filmê di bernameya festîvalê de hatiye sansurkirin. Kesê ku ji Rojnewsê re axiviye, gotiye, “Piştî ku me reklama filmê kir, balyozxaneya Tirkiyeyê têkilî bi rêveberên festîvalê re danî û nîşandana filmê qedexe kirin. Jixwe, di bernameyê de jî nasandina filmê baş nekirine û sansur kirine. Bi awayekî rast behsa senaryoyê nekirine. Di navnîşan û nasandina filmê de guhertin çêkirine.” Lê dîsa li gorî agahiyen ajans dide Daner Omer van îdîayan qebûl nake û dibêje, “Sedemeke siyasî li pişt qedexekirina filmê tine ye.”

Çêker û derhênerên Kurd çima bê helwest in?

Ev destê qirêj yê li Başûr ku naxwaze filmên Kurd li Kurdistanê, di festîvaleke Kurd de werin nîşandan, mixabin nîşan dide ku Festîvala Filman ya Sînemayê ne bi destê xwe ye û nikare li hemberî van hêzan helwêstê nîşan bide. Naxwe, Festîvala Filman a Silêmaniyê ne serbixwe ye! Yan na îro ranedibû û film betal nedikir. Her wiha bi hincetên pûç û vala destê xwe ji vê meseleyê nidişûşt û biryareke wiha nedida. Tiştekî din jî heye, divê mirov bîne ziman, gelo çêker û derhênerên filmên din yên Kurd çawa vê biryarê qebûl dikin û weke ku tiştekî bi vî rengî neqewimî be tevdigerin.

Divê li hember vê sansûr û qedexekirinê bêdeng nemînin. Divê alozî derbikeve û festîval bixitime. Hewceye sînemagerên tevlî festîvalê bûne vê nêzîkatiyâ festîvalê rexne bikin û helwestek nîşan bidin. Filmê xwe paşve bikşînîn an jî tevlî daxuyaniya Komîna Fîlm a Rojava bibin û festîvalê şermezar bikin.

Belkî bi vî awayî pozê rêvebirên festîvalê hinek bişewite û careke din vê çewtiyê dubare nekin û biryarên bi vî rengî negirin.

 

Komînê festîval boykot kir

Li ser astengkirina nişandana filma ‘Ji Bo Azadiyê’ li Festîvala Filman a Silêmaniyê ya Navneteweyî ya 5´an, Komîna Film a Rojava daxuyaniyek da. Komînê got, ti sedem û behane ji bo qedexekirinê nehatiye nîşandan û rêveberên festîvalê ti daxuyaniyên fermî jî nedane. 

Komînê bi bîr xist ku wan ê galaya li kurdistanê a filmê jî 31´ê Kanûna 2029´an li Silêmaniyê bikira û hingê rêveberiya parêzgehê û Asayîşa Silêmaniyê nîşandana filmê qedexe kiribû. 

Komînê da zanîn ku di dematêkiliyên bi organîzatorên ferstîvalê re, wan behsa qedexekirina Kanûna 2019´an a galaya filmê jî kiriye. Betalkirina nîşandana filmê jî tenê çend saetan beriya nîşandanê, devkî ji ekîba komînê ya li Silêmaniyê re hatiye gotin.

Komînê got,

* Ne me serî li festîvalê da, lê festîvalê film vexwendin. 
* Rêveberiya festîvalê dizanî ku film hê di dawiya 2019’an de hatiye qedexekirin.

Û bi vê jî hincetên rêveberiya festîvalê yên elaqedarî qerdexeyê pûç kirin. 

Komînê got, li cihê festîvalê jî “agahî hebûn ku ‘ji derve’ bandor li ser rêveberiya festîvalê çêbûne.” 

Komînê bi bîr xist ku ji 16 filmên neqandî, tenê 2 li Kurdistanê hatine çêkirin û her du filmên komîna wan in yanî ‘Ji Bo Azadiyê’ û ‘Dema Dirîreşkan’. Ji ber wê jî weke helwêst komînê filma xwe ya din jî ji festîvalê kişand û got, “Ji ber ku ev Festîval ne ‘platformeke azad a huner’ e, em filma xwe ya din jî ‘Dema Dirîreşkan’ jê dikiş̧inin. 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.