Qedexeya wezîrê sextekar qebûl nakin

Şemî 25 Mijdar 2023 - 00:52

  • Aktion 3. Welt Saar: PKK´ê li Iraq û Sûrî DAIŞ şikand û li Şengalê bi hezaran jin, zarok û kalûpîr ji mirinê xelas kirin. Lê li Elmanyayê Qedexekirina PKK´ê bi hezaran Kurdî li meydana siyasetê ji beşdariya demokratîk bêpar dihêle. 

Rêxistina Civaka Sivîl a li eyaleta Saarland a Elmanyayê “Aktion 3. Welt Saar” got, qedexekirina PKK´ê bermahiyeke tozgirtî ya serdema Şerê Sar e û xwest “qedexekirina PKK´ê êdî” bê betalkirin, “piştî 30 salan ev qedexe li bendê ye ji nû ve bê nirxandin.”  

Aktion 3. Welt Saar, nerazîbûna xwe ya li beramberî qedexekirina PKK´ê bi çalakiyên cihê îfade dike. Bi rasthatina 30 saliya qedexekirina PKK´ê wê daxuyaniyeke nivîskî weşand û got, nabe ku PKK eynî weke Hamasê di nava heman lîsteyê de û bi heman tohmetan bê gunehbarkirin: “Hemasê 7´ê Cotmehê 1200 kes tenê ji ber ku Cihû bûn qetil kirin. PKK´ê li Iraq û Sûrî DAIŞ şikand û li Şengalê bi hezaran jin, zarok û kalûpîr ji mirinê xelas kirin. Wekî din PKK hewl dide pirsgirêka Kurd li Tirkiyeyê di nava Tirkiyeyê de çareser bike.”  

PKK´ê bi hezaran Êzîdî rizgar kirin

Aktion 3. Welt Saar bi bîr xist ku siyaseta dewleta Tirk a li dijî gelê Kurd heta niha neguheriye û wiha dewam kir, “Weke Ermenî, Êzîdî û Cihûyan, Kurd jî li Tirkiyeya ku di bin rêveberiya Erdogan de her diçe bêhtir Îslamî dibe, weke dijminê herî mezin tên dîtin. Li Elmanyayê Qedexekirina PKK´ê bi hezaran Kurdî li meydana siyasetê ji beşdariya demokratîk bêpar dihêle. Li pêşiya welatîbûna Kurdan, dirêjkirina mafê îqameta wan dibe asteng, û bi qedexekirina xwepêşandanan jî mafên wan ên bingehîn û destûrî sînordar dike.”

Li wî alî serbest li vê alî qedexe 

Aktion 3. Welt Saarê salên 2018 û 2019 di pîrozbahiyên Newrozê de bi pankarteke li serê wêneyê Rêber Abdullah Ocalan û alayên ERNK, PKK, PYD, YPG, YPJ, KCK û bi giştî 11 sembolên li Elmanyayê qedexekirî li serê hilgirtibû û qedexekirina PKK´ê protesto kiribû. Sala 2019´an bi destpêka sala 25´an a qedexekirina PKK´ê, komeleyê bi pankarta li serê sembolên qedexe, 25 caran di sînor re çû Schengenê û hat. Hingê nûnerên saziyê gotin, nabe ku bê qebûlkirin, ev sembol li Luxemburgê serbet bin û li Elmanyayê qedexe bin.

Wezîrê skandalan biryar dabû

Biryara qedexekirina PKK´ê biryara hikûmeta 4´an a Kohl bû. Ev hikûmet piştî yekbûna Elmanyayê bi hilbijartina pêşî hatibû avakirin. Biryara qedexeyê li ser daxwaza dewleta Tirk hatibû dayîn û wezîrê 3´yan ê karê hundir ê hikûmeta Kohl a 4´an, yanî Manfred Kanther ev biryar dabû û ragihandibû. Manfred Kanther weke “Şerîfê Tarî yê Elmanyayê” dihat nasîn û yek ji siyasetvanên herî hişk ê partiya desthilatê ya Xirîstiyan Demokrat a Elmanyayê (CDU) bû. Kanther bi hinceta tehlûkeya li dijî ewlehiya hundir a Elmanyayê ev qedexe diparast. Lê belê paşê navê Kanther kete nava skandalan. Kanther pereyên bexşê yên ji CDU´yê re xistibûn berîka xwe yanî li hesabê xwe yê şexsî razandibû. Ev bexş jî meblaxeke gelekî mezin bû: 20 milyon Mark. Dadgehê ev yek tesbît kir, û paşê Kanther, dev ji parlamenterî û serokatiya rêxistina CDU ya eyaleta Hessenê jî berda. Ji ber sextekariyê sala 2005´an jî dadgehê Kanther mehkûm kir.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.