Qedexekirin ne hiqûqî ye

Yekşem 19 Hezîran 2022 - 22:30

  • Parêzer Kuhn: Elmanya ceza li xwepêşandanên aştiyane jî dibirre. Vê ne li ser esasê hiqûqî dike. Berevajî vê, ew hiqûqê polîtîze dike.

ERDAL BAZ / BERLÎN

Li paytexta Elmanyayê Berlînê, bi navê "Niha em dipeyivin" forumeke du rojan hat lidarxistin. Forum li avahiya kevin a Weqfa Rosa Luksemburgê bi rê ve çû. Yekîtiya Hiqûqzanan a Demokrasiyê ya Ewrûpa û ya Mafê Mirovan a Dinyayê (ELDH), Yekîtiya Hiqûqzanan a Demokratîk (VDJ), komeleya Demokrasî û Mafên Sereke, AZADÎ e.V. û Komleya Hiqûqa Navneteweyî û Demokrasiyê forum organîze kir.

Aktîvîst, siyasetvanên Kurd, înternasyonalîst û hgiqûqzanên li Elmanyayê beşdarî forumê bûn. 

Di rûniştina pêşî ya roja yekê de yanî pêr, mexdûrên qedexekirina PKK´ê û aktîvîstan behsa şahidî û serpêhatiyên xwe kirin. 

Pêr serokê berê yê YEK-KOM´ê Mehmet Demir got, “Ev 45 sal in ez li Elmanyayê me. Me komeleya xwe ya pêşî 21´ê Adara 1989´an vekir.

Pê re wê her gava me şopand, li dijî me agahiyên îstîxbarî berhev kirin. Pêvajo ber bi dadgehkirinên Dusseldorfê ve çû. Ji wir jî heta bi qedexekirina PKK´ê. Hîna nû me rastiya meselê fêm kir”.

Li ser navê Înîsiyatîfa Halim Dener jî Hartmut Bruckner peyivî. Polêsekî Elman li Hannoverê, Halîm Dener 30´ê Hezîrana 1994´an qetil kiribû. Wî got, “Halîm Dener bi guleyan ji sîleha polêsan hat qetilkirin. Qatilê wî jî nehat cezakirin. Ser bûyerê girtin. Heman salan bi heman rengî Kurd li Tirkiyeyê jî dibûn qurbanê cinayetên bi vî rengî. Ji van cinayetan re digotin, têkoşîna li dijî terorê.” 

Elmanya li dijî Kurdan hiqûqê polîtîze dike

Di rûniştina yekê ya roja diduyan de parêzeran qedexekirina PKK´ê nirxand û li ser pêkanînên li dijî hiqûqê yên 129/b´yê yên li dijî Kurdan peyivîn.

Parêzer Stephan Kuhn got, "Ji bo Kurdekî çalak û siyasî, qedexekirina PKK´ê encamên mezin bi xwe re tîne. Li ser xebatên siyasî zexteke mezin heye. Zexta hiqûqî heye. Kesên ku alayek nîşan dabin jî, dibe ku bikevin ber cezayê cidî yên 129/b´yê û cezayê hepsê li wan bê birrîn. Ji bo Elmanyayê, têkoşîna Kurdan li Tirkiyeyê rewa ye. Ji bo vê mafê îqametê dide. Lê qedexe dike xebatên siyasî li Elmanyayê bikin.

Ew ceza li xwepêşandanên aştiyane jî dibirre. Vê ne li ser esasê hiqûqî dike. Berevajî vê, ew hiqûqê polîtîze dike." 

Elmanya gefê li Kurdên Ewrûpayê dixwe

Piştre parêzer Fatma Sayin behsa pêkanînên di çarçoveya 129/b´yê de kir û got, "Muwekilên me ne tenê li Elmanyayê tên girtin. Li welatên din ên Ewrûpayê jî tên girtin û wan teslîmî Elmanyayê dikin. 129/b gefeke li Kurdên tevahiya Ewrûpayê tê xwarin. Kesên tên girtin di nava qefesên camî de tên dadgehkirin, cezayên zêde li wan tên birrîn, mafê wan ên xweparastinê tê sînordarkirin. Li dijî vê tenê bedena girtiyan heye ji bo ku li ber xwe bidin û dengê xwe bidin bihîstin. 

Ji bo mexdûriyetê kêm bikin

Ji komeleya Azadî e.V. Elmar Millch jî behsa xebatên xwe yên li dijî qedexekirina PKK´ê û 129/b´yê kir. Wî got, "Me komeleya xwe ji bo piştgiriya bi mexdûrên 129/b´yê damezrand. Em desteka madî didin mexdûran û di pêvajoya hiqûqî de jî refaqeta wan dikin. Em hewl didin tesîrên 129/b’yê kêm bikin. Qedexekirina PKK´ê bi dawî nabe, lê em vê qedexeyê qebûl nakin û hiqûqînebûna 129/b’yê jî em li her deverê dibêjin. ‘’

Gava nûçeya me dihat amedekirin, rûniştinên forumê dewam dikirin. 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2023 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.