- Li Berlînê bi hezaran Kurdî û nûnerên wan peyameke eşkere da hikûmeta Elman: Qedexekirina PKK´ê ne hiqûqî ye, ew biryareke siyasî ye û gelê Kurd wê bi têkoşîna xwe zora vê qedexeyê bibe.
HAKAN TURKMEN / BERLÎN
Şemiyê bi hezaran Kurd û dostên wan ji bo ku qedexekirina PKK´ê li Elmanyayê protesto bikin û her wiha ezimandina serokkomarê Tirk rûreş bikin, li paytexta Elmanyayê Berlînê bûn. Tevî ku polêsên eyaleta Berlînê weke caran dîsa gava rengên kesk, sor û zer dît, êrişî xwepêşanderan kir jî, Kurdan û dostên wan nehişt ku provokasyonên polêsan biçin serî. Kurdan ji hikûmeta Elman xwest ku dawî qedexekirina PKK´ê bîne ya ku ev 30 sal in ji bo krîmînalîzekirina Kurdan li Elmanyayê tê bikaranîn.
Xwepêşander li Oranienplatzê yanî yekê ji navendên girîng ên Berlînê civiyan, û tevî provokasyonên polêsan jî dest bi meşê kirin.
Hevserokê KON-MED’ê Kerem Gok li vir bal bire ser provokasyona polêsên Elman û got, “Dixwazin me nebaş nîşan bidin. Lê belê em Kurd xwedî kevneşopî, çand û dîrok in. Piştî serdana Erdogan a Elmanyayê, polêsên Elman ji nîvê şevê ve hewl didin meşa me asteng bikin."
Bi Erdogan re rûniştin û provokasyon kirin
Me şahidî lê kir ku polêsên eyaleta Berlînê di nava xwe de digotin, herî zêde polêsên ji Bayernê êrişî Kurdan kirine û ew jî ecêbmayî ne ka çima wan ewqas kes kirine nezaretê.
Lê axir bi van provokasyonan jî nekarîn meşê asteng bikin; Kurd meşiyan û peyama xwe jî gihandin civakê. Li ser navê FED-KURD´ê Menderes Canbeg got, “Dewleta Elman sala 1993’yan bi hinceteke neqanûnî PKK qedexe kir. Ev biryar tenê siyasî bû û ti aliyê wê yê hiqûqî tine bû. Ji ber ku em îro li vir kom bûn, bi hezaran polêsên Elman li vir kom kirin. Doh bi Erdogan re hevdîtin kirin, îro jî provokasyonan dikin.”
Rêzê ji Jin jiyan azadî re bigirin
Piştre xwepêşander heta bi Schlossparkê meşiyan û li ber Wezareta Karên Derve ya Elmanyayê, Hevseroka KON-MED'ê Rûken Akça xîtabî bi hezaran Kurdî û dostên wan kir. Wê got, ti bingehê qanûnî yê qedexekirina PKK'ê nîne û xwest qedexe bi dawî bibe: “Ev qedexe biryareke siyasî ye. Heta ev qedexe betal bibe têkoşîna me wê bidome.”
Berdevka Têkiliyên Derve ya KNK'ê Nîlûfer Koç jî got, “Serokwezîrê Elmanyayê Olaf Scholz û Wezîra Karên Derve Annalena Bearbock her tim parvekirinên Jin Jiyan Azadî dikin. Lê belê yên ku dirûşma Jin Jiyan Azadî zindî dikin, jinên Kurd in. Yekane dirûşmeya me Berxwedan Jiyan e ye.”
Em ê bi ser kevin!
Hevseroka KCDK-E Zubeyde Zumrut jî got, “Êdî ti wateya biryara qedexeyê nemaye. Em vê biryarê nas nakin. Me berdêl da, em didin. Lê me bi paş ve gav neavêt. Ev têkoşîna demokratîk meşa azadî û statuya Rêber Apo ya ber bi Kurdistanê ve ye. Em ê bi ser bikevin.”
Em di meşê de bi haziran re peyivîn, wan jî xwest qedexekirina PKK´ê bi dawî bibe û rê li ber çareseriyê bê vekirin.
Xwestin dengê Kurdan bibirrin
Aram Kobanî 23 salî ye û ew sala ji 2016´an ve li Elmanyayê ye. Ew dibêje, “Ev 30 sal in PKK qedexe kirine. Ji ber wê, em li vir in, li Berlînê ne. Dewletên Ewrûpayê bi van biryaran û qedexeyan xwestin dengê me bibirrin. Em jî hatin vir da ku dengê xwe bilind bikin, bibin dengê kesên di zindanê de, bibin dengê Rêber Apo. PKK ne tênê li çiyê ye, li her derî ye. Weke Kurd armanca me, rêberê me yek e; Ocalan e.”
Qedexe rê li ber qirkirinê jî vedike
Kerîm Hesen 20 salî ye, ew beriya bi 3 salan ji Efrînê sirgûn bûye û li Ewrûpayê bûye penaber. Ew dibêje, “Em li dijî qedexekirina PKK´ê li vir in. Dewleta dagirker a Tirk, Efrîn dagir kir û Kurd lê qir kirin. Efrîn welatê Kurdan e, lê îro Tirk û Ereb lê bi cih dibin. Ji ber qedexekirina PKK´ê gava mesele Kurdistan e, di warê navneteweyî de bêdengî çêdibe. Ji ber wê li dijî vê qedexeyê ez li vir im.
PKK ji bo Aynûrê hêz û jiyan e