Qederê 1000 jinên ciwan jehrî kirin 

Duşem 6 Adar 2023 - 01:40

  • Piştî jehrîketina qederê hezar xwedekarên jin, li seranserê Îranê nerazîbûna dêûbavan û mamosteyan derkete holê. Rejîm daxuyaniyên nakok dike, sendîkayên mamosteyan bang kir ji bo greveke giştî. 

Êrişên bi gaza jehrî yên li dijî dibistanên keçan ên li Rojhilatê Kurdistanê û li Îranê zêde dibin. Li hemberî vê jî nerazîbûna malbatên xwendekaran û raya giştî ya li beramberî van êrişan jî berfireh dibe. Çalakvan diyar dikin, ev êriş weke tolhildana li beramberî serhildana ‘Jin jiyan azadî’ tê kirin.

Ji dawiya Mijdara 2022’yan ve li gelek bajarên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê bi gazên jehrî êrişî ser dibistanên keçan tê kirin. Li gorî daneyan, heta niha zêdetirî hezar xwendekarên jin bi jehrî ketine û ew rakirine nexweşxaneyan.

Li 33 bajarên Rojhilatê Kurdistan û Îranê li gelek dibistanên din êrişên bi gazên jehrî çêbûn û di encamê de bi dehan xwendekar rakirin nexweşxaneyan.

 

Malbat rabûn ser piyan

Li çend bajaran malbatên xwendekaran xwepêşandan li dar xistin û nerazîbûn nîşandan. Lê hêzên rejîmê êrişî malbatan kir.

Heta niha li parêzgehên Kirmaşan, Urmiye, Sine, Îlam ên Rojhilatê Kurdistanê her wiha li bajarên Heftekelî, Xuzistan, Tehran, Sefadeşt, Şehiryar, Perend, Kiwar, Qum, Kerec, Lahîcan, Reşt, Hemedan, Kebûderaheng, Tebrîz, Semîrûm, Kaşan, Zencan, Bicnurd, Esfehan, Birûcêrd û çend bajarên din ên Îranê bi sedan xwendekarên jin ji ber gazê, bi jehrî ketine û ew rakirine nexweşxaneyan.

 

Armanc tolhildana ji raperînê ye

Rayedarên Îranê derbarê van êrişên li dijî xwendekarên jin de daxuyaniyên li dijî hev didin. Yanî daxuyaniyên wan nakok in. Herî dawî Wezîrê Karên Hundir ê Îranê Ehmed Wehîdî ragihand, wan çend nimûneyên gumanbar derbarê jehrîketina xwendekarên jin de dîtine, û niha di labaratuwaran de lêkolîn li ser wan tê kirin.

Di çarçoveya nerazîbûnên li dijî van êrişan de, Encûmena Hevahengî ya Pîşeyî ya Mamosteyan, bang kir da ku roja 7’ê Adarê her kes li dijî êrişên bi gazên jehrî, tevlî xwepêşandanên seranserî Îranê bibe.

Li ser êrişan, Çalakvanê Siyasî yê Îranî Ebulfezil Qedyanî di peyamekê de bal bire ser rola jinan a di serhildana ‘Jin jiyan azadî’ de û got, “Armanca van êrişên li dijî xwendekarên jin, tolhildana ji tevgera ‘Jin jiyan azadî’ ye.”

 

Li dijî rejîmê rabin ser xwe

Li aliyê din bi nêzîkbûna 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê re çalakiyên jinên Rojhilatê Kurdistanê bi şêwazên cuda dewam dikin. Divê çarçoveyê de Komîteya Jinên Urmiyê di peyamekê de daxwaz ji jinên Rojhilatê Kurdistan û Îranê kir da ku li ber sîstema desthilatdariya Îranê rabin û azadiyê bi dest bixin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.