Qaza ji mirînê filitî

Nûçeyên Jiyan/Civak

În 28 Çile 2022 - 22:27

  • Dema zivistan û bager tê gelek cureyên çûkan bi şert û mercên zehmet re rû bi rû dimînin. Ev wêneyê hanê li Kurdistana Başûr hatiye girtin.

Dema zivistan û bager tê gelek cureyên çûkan bi şert û mercên zehmet re rû bi rû dimînin. Ev wêneyê hanê li Kurdistana Başûr hatiye girtin. Qaza di wêne de dixuye di berfê de asê bûbû û hindik mabû ku ji serma biqerise. Lê şansê wê hebû ku ev camêr li cem derbas dibû. Ew dema çav bi qazê dikeve ew digire hembêza xwe. Dema mêrik qazê dibîne, qaz li erdê ango di nav berfê de weke term sekiniye lê piştî ku dîtiye qaza me hîna jî hilmê dide û distîne. Paşê qazê dibe malê û bi makîneya ku poran germ dike, bi vî rengî jî ji qerisînê difilitîne.

Vî camêrî wan kêliyên ku qazê ji mirinê xilas kiriye girtiye û weke vîdyokê parve kiriye. Di vîdyoyê de jî tê dîtin bê ka cardin çawa ruh dikeve canê qazê û bi ser xwe ve tê. Qaza ku germ dibe serê xwe û piyên xwe dileqîne û bi rêve diçe. Camêrê ku vîdyo parve kiriye bi hêviye ku ev nêzîkbûna wî ya li hember heywanan dê ji bo hinekên din jî bibe mînak û wiha dibêje, “Dixwazim bi vê vîdeoyê bibêjm li hember heywanan bi berpirsyarî tevbigerin. Tenê dixwazim bi wan mirovên ku zirarê didin heywanan empatî, rihm û sempatiyê pêş bixim.” 

NAVENDA NÛÇEYAN 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.