Welatiyek li navçeya Soran ku zêdetirî 110 kew kuştibû hate binçavkirin û piştre bi biryara dadwer hate girtin. Rêveberiya Polîsên Daristan û Jîngehê ya Herêma Kurdistanê derbarê girtina nêçîrvanek kewan de, li ser malpera xwe ya facebookê daxuyaniyek . Di daxuyaniyê de hate gotin; “Piştî bi destxistina zanyarî û wergirtina biryara Dadweriya Lêkolînê li navçeya Soran welatiyek ku nêçîrvaniyê dikir hate binçavkirin. Ev kes tenê di nava du caran de zêdetirî 110 kew kuştiye.” Di dewama daxuyaniyê de hat diyarkirin ku niha dosyayek ya lêkolînê ji bo buyerê hatiye vekirin û sucdar jî bi biryara dadwer hatiye girtin.
HEWLÊR