Qatilê hevjînê bi 3 jinan re zewicî bûye
Çarşem 16 Mijdar 2022 - 02:23
Li taxa Hewlêra Nû, jinek ji aliyê hevserê xwe ve hate qetilkirin.
Li gorî agahiyan, doh danê nîvrohê, mêrekî jina bi navê F.H 30 salî qetil kiriye. Ev mêrê hanê hevjînê F.H.´yî bûye. Hat zanîn ku jina ciwan dayika du zarokan bûye.
Li gorî agahiyan heman zilam ji bilî hevjîna xwe ya qetilkirî, bi du jinên din re jî zewiciye û piştî demekê li Ewrupayê mabû, vegeriyaye Herêma Kurdistanê.
Heta niha derbarê sedema bûyerê de agahî nehatine belavkirin. Derbarê mijarê de jî aliyên peywendîdar jî ti daxuyanî nedane.
Hêjayî gotinê ye, beriya bi 2 rojan jî li taxa Kiwêstan a Hewlêrê jinek ji aliyê hevserê xwe ve hatibû qetilkirin.
HEWLÊR