Qatil mala dewleta Tirk ava kir
În 30 Îlon 2022 - 02:29
Ji cerdevanên ku li Midyadê şivanê bi navê Mûsa Çelîk qetil kiribûn, 2 hatin berdan û yekî ji wan jî beraet kir. Li yekî jî cezayekî wek xelat hat birrîn. Kujeran malavahiya heyeta dadgehê kir û got, ew jî “neviyên Osmaniyan” in.
Di rûniştina doza li dijî sercerdevan Şukru (Şirîn) Akçay û birayên wî Veysî û Mahsum Akçay de biryara dadgehê nîşan da ku dewleta Tirk bi dadgeriya xwe qatilên xwe diparêze. Van cerdevanan şivan Mûsa Çelîk di 21'ê Mijdara 2021’ê de li taxa Mesken a navçeya Midyadê ya Mêrdînê qetil kiribû. Di rûniştina li Dadgeha Cezayê Giran a Midyadê de Parêzerên Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD) û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Parêzerên Şaxa Mêrdînê û parêzerên bersûc jî ligel malbatan beşdarî rûniştinê bûn.
Serdozgeriyê xwest ji ber ku Akçay “wezîfedarê dewletê ye” ceza bê zêdekirin û bi îdîaya “di bin provokasyona neheq” de cînayet kiriye, xwest ku ceza were kêmkirin. Di rayeya dozgerî de hat xwestin ku Veysî Akçay bi îdiaya "tehdîda bi kalîte" bê cezakirin û ji bo birayê wî Mahsum Akçay beraet xwest. Akçayê ku di parastina xwe ya berê de gotibû "me ji bo dewletê dikuşt”, ji bo Çelîk îdiaya xwe ya "terorîst" e dewam kir.
Ji parêzerên Malbata Çelîk, Leyla Kaya bal birin ser cinayetê ku bi hevkarî pêk hatiye û xwest kêmkirina provokasyonê ya neadil neyê sepandin.
Dadgeha Tirk kêfa qatilan anî
Heyeta dadgeha Tirk, ji ber sûcê "kuştina bi zanebûn di bin provakasyona nehiqûqî de" 12 sal û 6 meh ceza li sercerdevan Şukru Akçay birrî û biryara dewamkirina girtina wî da. Ligel ku dadgehê diyar kir ku Veysî Akçay bi awayekî bêserûber gulebaran kiriye jî li wî ji ber “di bin provakasyona neheq de tehdîda bi çek” salek û 8 meh ceza birrî û ew hat berdan. Mahsum Akçay jî beraet kir.
Piştî biryarê Şukru Akçay bang li heyeta dadgehê kir û bi dengekî bilind got, "Ez malavahiya te dikim, serokê min. Bijî zilamên dewletê yên wek te. Em dewletparêz in." Dema ku qatil ji salonê derdixistin, wî bi qîrîn got "Em neviyên Osmanî ne. Em dewletparêz in".
Parêzerên malbata Çelîk, biryar weke xelatkirina qatilan nirxand û da zanîn ku ew ê li ber biryarê rabin.
MÊRDÎN