Qatil Erdogan hê jî rojev e

Sêşem 30 Tebax 2022 - 22:18

  • Doza hiqûqî ya ji ber afîşa Erdoganê Qatil (Killer Erdogan) li Swîsreyê dewam dike. 

Doza hiqûqî ya ji ber afîşa Erdoganê Qatil (Killer Erdogan) li Swîsreyê dewam dike.  Ev afîş sala 2017´an  bûbû sedem ku dozgeriya Bernê dozê li gelek xwepêşanderan veke. Lê dadgeha pêşî biryara beraeta tevahiya kesên di dozê de dihatin dadgehkirin, da. Dozgeriya Bernê li ber vê biryarê rabû û doz bire temyîzê.  

Afîşa sereke ya ku dogerî pê dixwaze iuleh xwepêşander bên dadgeh kirin jî digot, “Erdoganî bi sîlehên wî bikuje”. Ev afîş di xwepêşandaneke Adara 2017´an li bernê hat nîşan dan û slogana xwepêşandanê bi xwe jî “li dijî dîktatoriya Erdogan-ji bazirganiya şer a Swîsreyê re na” bû.

Sedema dozê ne berjewendiyên Swîsreyê bûn. Wezîrê karê Derve yê Tirk Çavuşoglu telefonî wezîrê derve yê Swîsreyê Didier Burkhalter kiribû û Enqereyê li ser mijarê sefîrê Swîsreyê yê Enqerê jî vexwendibû. Heta piştî bi hefteyan Erdogan bi xwe jî sefîr vexwendibû da ku ji bo propagandayê bi kar bîne.   

Yanî doz siyasî ye. Ji ber ku dadgeha pêşî biryara beraetê da dewleta Tirk aciziya xwe veneşart û ji nû ve zext li hikûmeta Bernê kir. encam jî bû dewamkirina dozê li dadgeha temyîzê.

Kesên tên dadgehkirin dibêjin, lazim bibe ew ê heta bi dadgeha herî bilind jî doza xwe bibin.

BERN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2022 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.