Qambostên bi navê Leprîkon ên Îrlandayî

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 22 Adar 2023 - 02:31

Di folklora Îrlandiyan de rola “qambostan” (cûce) girîng e. Ew weke cinên cûce jî tên zanîn li wir. Di rêûresmên Îralandiyên de navên wan tim tên bibîranîn. Li gorî mîtolojiya Îrlandiyan cûceyên ku ji wan re “Leprîkon” dihat gotin bêhtir cilên ku rengên wan kesk bûn li xwe dikirin û karên solan dikirin. Li gorî lêkolerên Îrlandî ku li ser mîtolojiyê dixebitin, beriya ku miletên Kelt li Girava Îrlandayê bi cih bibin, Leprîkon li wir diman. Wan li wir jiyaneke hevpar ava kiribû.

Leprîkon bi vî awayî tên teswîr kirin; kesên ku êlek li xwe dikin û solên bi toqe dixin piyên xwe. Her wiha şewqeya silîndîr ya li ser serê wan jî nîşaneyeke girîng e ji bo xelk wan binasin. Di gelek çîrok û efsaneyên Îrlandiyan de behsa Leprîkonan tê kirin. Ew bi nehsbûna xwe jî tên zanîn û her wiha dengên ku derdixin jî navdar in. Li gorî efsaneyan Leprîkon pirr dixwazin ku bi xelkê re bilîzin, ji lewma jî zû bi zû kes ji wan bawer nake. Lê ji ber fên û fûtên wan zêde ne û fihêloyî ne, pirrî caran jî bi siûd in. Ji bo ku xelk wan bigirin, xelatan didin wan. Kêsên wan bigirin dê karibin sê daxwaz û mirazên xwe bi cih bînin. Yanî Leprîkon bi vî awayî xwe didin hezkirin û dikin ku xelk jî bi wan re bilîzin û ew tim bala wan bikişînin.

Helbet qambost tenê di efsane û çîrokên Îrlandiyan de derbas nabin. Di gelek efsane û çîrokên li welatên din ên dinyayê de jî roleke girîng a qambostan heye. Nexasim jî di efsaneyan de ew fîgûrên popûler in.

NAVENDA NÛÇEYAN

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2023 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.