Pûtin bixwaze Zelenskî di 2 rojan de diçe

Nûçeyên Cîhan

Yekşem 6 Sibat 2022 - 22:39

  • Rayedarên Emerîkî elaqedarî tevgera Rûsyayê ya li ser sînorê Ukraynayê agahî da nûnerên li Kongreyê û şirîkên Ewrûpayî yên li DYE'yê.

Li gorî îstîxbarata Emerîkayê Rûsya xwe ji dagirkeriyeke mezin re kar dike. Rayedarên Emerîkî elaqedarî tevgera Rûsyayê ya li ser sînorê Ukraynayê agahî da nûnerên li Kongreyê û şirîkên Ewrûpayî yên li DYE'yê.

Tê diyarkirin ku Moskovê 110 hezar leşker li ser sînorê Ukraynayê bi cih kirine û di nav 2 hefteyan de ji bo ku operasyonek were destpêkirin, ev bes e.

Rayedaran got, îstîxbarta Emerîkayê hê tespît nekiriye bê ka ji bo Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn ji bo ku êrişê bîne, biryar daye yan na.

Rayedarên Emerîkî li gorî tevgera leşkerî ya li ser sînorê Ukraynayê diyar kirin, bi 150 hezar leşkerî, Rûsya ji bo ku meha sibatê dagirkeriyeke berfireh bike, xwedî hêz e.

Eynî rayedaran her wiha got, heke Pûtîn tercîheke radîkal bide, di nav 48 saetan de paytexta Ukraynayê dikare were dorpêçkirin û Serokkomar Volodîmîr Zelenskî ji desthilatê bîne xwarê.

Rayedarên Emerîkî her wiha diyar kirin di şerekî wiha de dibe ku 25-50 hezar sivîl, 5 hezar-25 hezar leşkerên Ukraynî, 3-10 hezar leşkerên Rûs bimirin. Her wiha dibe ku 1-5 milyon mirov bibin penaber û pirraniya wan berê xwe bidin Lehistanê.

WASHINGTON

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.