Provokasyona SADAT’ê li Wanê
În 11 Adar 2022 - 22:21
- Li Wanê ev hezar û 901 roj in bi biryara Walîtiyê lidarxistina çalakiyan qedexe ye.
Li Wanê ev hezar û 901 roj in bi biryara Walîtiyê lidarxistina çalakiyan qedexe ye. Rêxistina nerewa ya dewleta Tirk SADAT, li Wanê ciwanên bêkar ji bo berjewendiyên xwe bi kar tîne.
SADAT, li Rojava di êrişên dagirkeriyê de bi rengekî çalak cih digire. Endamên SADAT'ê li Efrîn a dagirkirî gelek caran komkujî kirine.
SADAT’ê karên xwe li gelek bajaran li dijî têkçûna AKP´ê zêde kirin.
Fînansorên herî mezin ê SADAT'ê jî şaredariyên bi qeyûman dagirkirî ne. Pereyên ku qeyûm didin TUGVA'yê, bi rengekî veşartî didin çeteyên SADAT'ê. Ev rêxistin niha jî peywendiyê bi ciwanan re datîne û hewl dide çekê bide wan.
Di nava hedefên niha yên SADAT'ê de Wan heye. Hin kesên bi çek bi şev derdikevin kolanan, balê dikişînin. Ev ciwanên bi çek ên bi wesayitên luks digerin, encameke karên demdirêj ên SADAT'ê yên li Wanê ye. SADAT li Wanê ji bilî ciwanên Kurd bi taybetî xwe li nava komên din ên etnîkî bi rêxistin dike. Bi taybetî jî ciwanên bêkar û bêhêvî, her wiha ciwanên kesên ku di şer de xizmên xwe ji dest dane tespît dike û piştre jî rewşa aborî, hesasiyetên olî û neteweperestiyê yên van kesan bi kar tîne. SADAT nijadperestiyê dixe mejiyê ciwanên tengavbûyî û piştre jî perwerdeya çekê dide wan. Li gorî agahiyan, perwerdeya leşkerî ya SADAT'ê li Wanê li nava qadeke leşkerî tê kirin û rayedarên leşkerî destûra vê yekê dane.
Dikandarek naxwaze navê wî bê eşkerekirin, qala bûyerên bi serê wî de hatine, kir: "Beriya çend mehan ciwanekî ku di nava xizaniyeke mezin de bû, vê mehê bi jîpek û çekê hate dikanê. Dema ku min jê pirsî, wî got, 'Mijarên kûr in, hûn fêhm nakin'. Min jê pirsî te li daîreya dewletê dest bi kar kiriye? Vê carê jî got, 'Bila Xwedê nehêle zerar bigihêje dewleta me, bi her awayî bersivê dide pêwîstiyên me. Dema ku roja wê hat, em ê jî deynê dewleta xwe bidin'. Li derdora min herî kêm 4-5 ciwanên bi vî rengî hene."
Ev karên SADAT'ê yên li Wanê weke amadekariya ji bo provokasyoneke mezin tên şirovekirin. Tê gotin, di hilbijartinên bê de AKP wê van hêzan berde nava kolanan û bi rêya wan zextê li civakê bike.
ANF/WAN