Provaya şer dike

Pêncşem 13 Çile 2022 - 22:15

  • Nazim Daştan: Li şûna şerekî cihî, şer wê li tevahiya xeta sînor belav bibe, şerekî dem dirêj jî dibe ku tesîrê li nava Tirkiyeyê jî bike. Gelên herêmê û Rêveberiya Xweser wisa xwe birêxistin dikin. Dibe ku Kobanê bihareke duyem weke ya sala 2014´an ji gelan re bîne.

Rojnamevan Nazim Daştan ev demeke dirêj e li Rojava dimîne û nexasim jî Kobanê ji nêz ve dişopîne. Em pê re li ser êrişên dewleta Tirk ên zêde dibin, helwêstên aliyên elaqedar û xasma Rêveberiya Xweser peyivîn. Daştan dibêje, îhtîmala êrişeke dagirkeriyê ya li dijî Kobanê, li gorî êrişeke li dijî Cizîrê, zêdetir e, lê belê wê êrişa dagirkeriyê ne rehet be, ji ber ku rojeva xelkê azadkirina deverên dagirkirî ye û dibe ku Kobanê bihareke duyem diyarî gelan bike. 

Li ser veguherîna rûtinê ya êrişên dewleta Tirk rojnamevan Nazim daştan dibêje, "Esas, Rojava tim û daim di tehlûkeyê de ye. Dewleta Tirk sala 2021’ê hem bi Rûsya re û hem jî bi Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê re hevdîtin kirin. Lê ji bo êrişeke berfereh a dagirkeriyê zemîn û destûr peyda nekir. Lê dewleta Tirk dev ji armanca xwe bernedaye. Kobanê ji bo Erdogan û hevparên wî, ew dever e ku lê polîtikayên wan ên Sûriyê xira bûn. Ji ber wê yekê jî dewleta Tirk hewl dide şerekî nû bi rengê ku sîstemî hemûyî tine bike, bisêwirîne.

Êrişên li dijî Til Temir, Eyn Îsa yan jî Til Rifatê weke ku taktîkî bin, xuya dikin. Armanca sereke Kobanê ye û helbet rûxandina wê atmosfera Kobanê avakirî ye. Heta niha êriş bi droneyên bi sîleh dibûn, vê carê wan obus bi kar anîn. Em dikarin bibêjin ew provaya şer jî dikin. Fikarên wan hene: Gelo konjuktura navneteweyî û herêmî guncaw e? Gelo weke ku me plan kir şer nemeşe wê maliyeta wê li me çi be?" 

Armanca êrişan Kobanê ye

Bi ya Nazim Daştan, dewleta Tirk şerekî nû weke şerekî man û nemanê dibîne: "Gava ku êrişan li dijî Til Temir yan jî Eyn Îsayê dest pê kir, lazim e em wiha bixwînin, weke ku armanca sereke wê Qamişlo yan jî Kobanê be. Neyê îfadekirin jî armanca dewleta Tirk a dawî ew e ku êrişî van deveran bike, van deverên ku sîstemê li ser piyan digirin. Herî zêde jî Kobanî. Lewma meseleya man û nemanê ji bo vî aliyî jî heye. Gelên Rojava dizanin, heger bajarekî din yan jî çend bajarên wan ên din bên dagirkirin, wê sîstema wan bikeve tehlûkeyê. Gava em berê xwe bidin hevsengiyên heyî, zehmet e ku hem Rûsya û hem jî DYE´yê di heman demê de razî bike. Ji ber wê îhtîmaleke piçûk e ku di demeke ne dûr de êrişî herêma Cizîrê bike. Lewma, hingê divê DYE bi temamî ji Sûrî vekişe. Lê belê di xeta Firatê de, serê pêşî jî li dijî Kobanê êrişek hêsantir xuya dike. Piştî êrişa dagirkeriyê ya sala 2019’an li vê deverê hêzên Rûsyayê bi cih bûn. Rûsya ji bo ku dewleta Tirk bikeve van deveran her siyaseteke sorker dimeşîne. Dibe ku bi mekanîzmayeke ku Idlib jî bikeve navê, dewleta Tirk bi Rûsyayê re li hev bike û êrişî van deveran bike." 

Kobanê dibe ku Bihara Duyem jî bîne

Di rewşa êrişekê de Nazim Daştan dibêje, "Şerekî muhtemel, weke ku dewleta Tirk pîlan dike wê rehet nemeşe. Gelên herêmê, niha xwedî yek rojev in, ew jî rizgarkirina Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî yên dagirkirî. Li şûna şerekî cihî, şer wê li tevahiya xeta sînor belav bibe, şerekî dem dirêj jî dibe ku tesîrê li nava Tirkiyeyê jî bike. Êrişeke dagirkeriyê li dijî Kobanê yan jî devereke din a Rojava dibe ku tesîra kevirê domîno jî bike. Gelên herêmê û Rêveberiya Xweser wisa li meselê dinihêrin û xwe birêxistin dikin. Bi vê maneyê, dibe ku Kobanê bihareke duyem weke ya sala 2014’an ji gelan re bîne."

Hevserokê TEV-DEM´ê Xerîb Hiso gotibû êrişên li dijî Rêveberiya Xweser piştî Civîna Bilind a Astana a 17´an zêde bûne. Nazim Daştan vê fikrê piştrast dike û dibêje, "Armanca civînên Astana ew e ku Rêveberiya Xweser leşkerî, siyasî û dîplomatîk tesfiye bike." 

Xelkê Rûs jî koalîsyon jî kir der

Li gorî rojnamevan Daştan, agirbestên piştî êrişên 2019’an li meydanê ne lê ne: "Li meydanê em nikarin behsa agirbestê bikin. Xelk jî gelekî bi hêrs e beramberî vê helwêstê. Di hevdîtinên bi koalîsyonê û Rûsyayê re gava pirsa vê rewşê tê kirin ew yan dibêjin, em ê lêbikolin, yan jî dibêjin, em ê ragihînin jora xwe. Xelk jî dibêje, heger hûn berpirsiyariya xwe bi cih naînin, ji erdên me derkevin. Xelkê bi vî rengî li gelek deveran bera hêzên Koalîsyonê û Rûsyayê da."

Ew dibêje di xeta herî zêde êriş lê heye, yanî ya Girê Spî, Eyn Îsa û Til Temirê û gundewarên wan li hin deveran meclîsên leşkerî yên deverê li hin deveran jî hêzên QSD´ê hene û wiha dewam dike: "Li xetên sînor, hêzên rejîma Sûriyê jî hene. Tenê hêzên Meclîsên Leşkerî û QSD´ê bersivê didin êrişan. Hêzên rejîmî tenê temaşe dikin. Li hin deveran koordînasyona hevpar heye, lê ev bi pirranî li bereya paş a şerî ne."

Rûsya dixwaze Sûrî 
vegerîne beriya 2011´an

Li ser helwêsta Rûsyayê ya diyaloga bi Şamê re jî, Nazim Daştan, dibêje, armanceke tenê ya Rûsyayê heye û ew jî ew e ku Sûriyê vegerîne beriya sala 2011’an, û wiha dewam dike: "Ez bawer nakim ku pîlana xwe guhertibe. Rast e, bi Rêveberiya Xweser re li gelek deveran hevdîtin dike, heta hin mijarên ku aliyan li ser li hev kiriye jî hene. Lê belê pîlana Rûsyayê ya ji bo çareseriyê ev e: Bila navê Kurdan di Destûra Bingehîn a nû de hebe, Rêveberiya Xweser bibe saziyeke ser bi Şamê û QSD jî bibe hêzeke ser bi artêşa Sûrî. Yanî rêveberiyeke "xweser" ya ne îradî, ne siyasî û ne jî leşkerî. Gava ev nayê qebûlkirin jî bi dewleta Tirk ditirsînin: Binihêrin hûn bi ya me nekin, Tirk wê bên û bikevin van deveran. Heta Rûsyayê blof kir û ji hin baregehên xwe yên li Kobanê vekişiya. Rêveberiyê got, erdekî em bidin kesekî nîne, heger wê ji dest me biçe jî, em ê li ber xwe bidin. Piştî vê, Rûsyayê ji Rêveberiya Xweser xwest ku destûrê bide ku vegere van baregehên xwe. 

Van pêlan ne fermî jî be di navbera Rêveberiya Xweser û Şamê de hin hevdîtin hene. Di navbera Rêveberiyê û Rûsyayê de jî hevdîtin dewam dikin. Li gorî berê, DYE xuya ye ku zêde ne li dijî van hevdîtinan e. Heta bi fikra min li gorî hevsengiyên nû, di rewşke destekkirina van hevdîtinan de ye." 

Haya koalîsyonê ji êrişên dewleta Tirk heye

Li ser siyaseta bi nakokî ya DYE´yê û ajandayeke wê ya siyasî ya muhtemel a ji bo Sûrî, Nazim Daştan dibêje, "Heta niha ti ajandayeke DYE´yê ya ku siyasî li Sûrî bimîne, nebû. Lê gelo ev ê biguhere yan wê ber bi ku ve biîe, ev jî elaqedarî hevsengiyên nû ye. 

Ez dixwazim bala we bibim ser wê yekê ku hêzên Koalisyonê ji êrişên dewleta Tirk pîlan dike, ne bêxeber e. Lewma dewleta Tirk bêyî destûr û agahiya van hêzan nikare li deverê xwe bilivîne. Dibe ku ji bo êrişên bi vî rengî bi dewleta Tirk re peymanên veşartî jî mohr kiribin. Rast e, di nava rêveberiya DYE û koalîsyona navneteweyî de yên ku dixwazin bi Rojava re li Rojhilata Navîn siyasetê bikin jî hene. Em dikarin ji vê re bibêjin, meylek. Lê vê tesîra xwe bi temamî li siyaseta DYE´yê nekiriye."

Ambargo weke dewama şer

Li Rojava gava şer hinekî nerm dibe, hewl didin bi ambargoyê zorê li Rojava bikin. Li dijî ambargoyê ji bo vekirina deriyê sînor ê Til Koçerê hin hewldan çêbûn. Lê heta niha ti encam nehatiye girtin. Rûsya dibêje, bila bê vekirin, lê kontrol di destê rejîma Şamê de be. Rêveberiya Xweser jî bi hin hevpariyan, erênî li vê meseleyê dinihêre. DYE naxwaze di kontrola rejîma Sûriyê de be. Dewleta Tirk jî ji bo derî neyê vekirin, hewl dide.

Rêveberiya Xweser dixwaze derî ne tenê ji bo alîkariyê insanî vebe. Ev dikare bibe gavek ji bo naskirina Rêveberiya Xweser.

Li ser siyaseta Tirkkirinê li deverên dagirkirî jî rojnamevan Daştan dibêje, "Armanca sereke ya dewleta Tirk ew e ku deverên dagirkirî tevî nav erdên xwe bike. Bi walîtî, banka, postexane û nexweşxaneyan xwe bi sazûman dike. Van deveran weke ku di nava sînorên wê de be dibîne. Efrîn û her devera din dikin Tirkî. Çeteyên ji komarên Turkî li Efrînê bi cih dike. Berê ji sedî 90 xelkê Efrînê Kurd bûn, niha ji sedî 23. Navên deveran ên Kurdî û Erebî tên guhertin û navên Tirkî li wan tên kirin. Li bakurrojavayê Sûriyê demografiya hema hema tevahiya bajaran hat guherandin. Li van deveran sûcên şer tên kirin. 

Li ser arîşeya di navbera PDK û Rêveberiya Xweser de jî Nazim Daştan dibêje, "Di navbera Rêveberiya Başûrê Kurdistanê û Rêveberiya Xweser de carinan bi êş jî be peywendî her hebûn û hene. Lê ji bo PDK´ê em nikarin vê bibêjin. ji ber ku gelek caran siyaseta PDK´ê ji bo wê bû ku Rêveberiya Başûr jî bi temamî bike dijber. Siyaseta PDK´ê siyasete dewleta Tirk a beramberî Kurdan e."

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2022 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.