PKK 42 sal in li Kurdistanê heye û weke heqîqet pêk tê. Ji van salan 6 sal weke salên têkoşîna îdeolojîk tê pênasekirin. Bi temamî têkoşîna PKKʼê nîvsedsalek e, dewam dike, di her alî de mohra xwe li Kurdistanê daye. Bi rêbertiya şoreşger a Rêber Apo, nirxên PKK’ê afirandî wê bandora xwe sedsalan bidomîne. Têkoşîna ku PKK pêşengiya wê dike, şoreş di nava şoreşê de pêk aniye. Ji vî alî de şoreşên di fikir û jiyana civakê de pêk hatine, ji asta gelek şoreşên di dîrokê de pêk hatî, berifrehtir û kûrtir e. Ev şoreşên ku azadiya jinê mohra xwe lê dayî, wê bi berfirehî û kûrahî dewam bikin.
Apoyî bihara 1973’an derketine ser dika dîrokê. Koma Apoyî sala 1974’an pêşketineke giring nîşan dide. Li Enqerê komeke rêzdar e ku bala her kesî li ser e. Komên çepgir yên Tirk jî û komên Kurd jî rêberê koma Apoyî pir baş nas dikin. Jixwe yên ji komê re dibêjin Apocî jî ev in.
Dema Apoyî weke kom derdikevin ser dika dîrokê ew deme ku li çar beşên Kurdistanê berxwedan hatine perçiqandin, bêdengî serwer e. Hemwext, alîgirên tevgera PDK ya li Başûr, li Cezayîrê bi Iraqê re li hev kiribûn. Bi vê re derbeke mezin xwaribûn. PDK'ê dest ji têkoşîna çekdarî berdabû, vekişiyabû Îranê û bûbû komeke penaber. Dema PKK derket ser dika dîrokê ev bêdengî bi dawî bû. Bê guman komên din yên siyasî jî hebûn. Lê ti komek ji van nekarî hêzên çalak yên civakê bandor û rêxistin bikin, nekarîn mohra xwe li bûyerên siyasî bidin. Apoyiyan hîn di qonaxa destpêkê ya komê de, karîn bi sekna xwe bi qerar û îdîa xwe ya îdeolojîk û siyasî ferqa xwe û bandora xwe nîşan bidin.
Piştî avabûna PKK’ê sefîrê Emerîka yê Edeneyê raporekê ji welatê xwe re dişîne. Di raporê de diyar dike ku ev koma derketî holê pir bi taloke ye. Ev rapora di dema şerê sar de hatî amadekirin, îşaret bi şoreşgeriya PKK’ê dikir. Kenan Evren jî dibêje dema bi helîkopterê ji Mêrdînê diçûn Enqerê, di ser Siwêregê re difirin ku PKK lê bi bandor e. Û biryara darbeya 12’ê Îlonê li wê derê, di helîkopterê de, li raserî Siwêregê didin.
Ji ber ku Apoyiyan ciwanên Kurd, karker û gundiyên feqîr yên Kurdistanê rêxistin kiribûn û li dijî dagirkeriya qirker ya Tirk wan serî hildabû.
Dema ku dewleta tirk ya dagirker difikirî bi 12’ê Îlonê kok qelandiye, piştî 4 salan rû bi rûyê pêngava gerîla ya 15’ê Tebaxa 1984’an dimîne. Heman PKKya ku digotin me îro tine kir, em ê sibê tine bikin, her saleke derbas dibû dewleta Tirk matmayî dikir. Gava ku dixwest bi rêbazên şerê taybet yên qirêj gerîla tine bike, serhildanên dîrokî yên gel pêk hatin.
Li ser bingehê van serhildanan şoreşên netewî, siyasî, civakî, demokratîk û çandî pêk hatin. Bi sînerjiya van serhildanan, gelê Kurd bû hêzeke mezin ya şoreşger. Bi van serhildanan re Rêber Apo got, ‘vejîn temam bû, dora rizgariyê ye’. Bûyer û pêşketin di asteke pir baş û bilind de çêbûn. Rêber Apo diyar kir ku eger di nava rêxistin û gerîla de nexweşiya 'desthilata pêşwext' çênebûya, bi wan bûyeran dê karîbûna Kurdistan bi temamî azad bikira. Her çiqas di wateya statuyê de Bakurê Kurdistanê negihabe azadiyê jî, bi navê azadî û demokrasiyê pêşketinên mezin çêbûn. Ne tenê gelê Bakurê Kurdistanê, vê yekê hêz da gelê Kurd yê li beşên din û hêzên wê yên siyasî. Di her pêşketina li her beşa Kurdistanê de pareke mezin ya têkoşîna PKK’ê heye. Ev neyê dîtin wê ev bibe înkara têkoşîna gelê Bakurê Kurdistanê ku berdêlên mezin daye.
Bi têkoşîna ku PKK pêşengiyê wê dike sînor bê wate bûne, di navbera Kurdên li çar parçeyên Kurdistanê de hest û ruhê yekîtiyê bi hêz bûye. Gelê Kurd di wê astê de bûye civakeke neteweyî ya bi hêz ku ti hêzeke dagirker nikare di nava sînorên ‘xweʼ de têkoşîna azadiya Kurdan bê bandor bike. Bi vê rastiya gel ya ku PKK’ê li çar beşên Kurdistanê afirandî, şensê hêzên dagirkerên Kurdistanê nemaye Kurdan biperçiqînin û tine bikin. Ev heqîqet bi tenê jî têrê dike giringî û wateya PKK'ê ya ji bo gelê Kurd raxe ber çavan.
Beriya ku di pêşengiya Rêber Apo de PKK bibe hêzek bi bandor ya îdeolojîk û siyasî, Kurd wekî gelê herî paşketî yê Rojhilata Navîn dihat dîtin. Nêrîn û fikra der barê Kurdan de neyînî bû, nebaş bû. Niha jî gelê Kurd wekî gelê Rojhilata Navîn yê herî şoreşger, demokratîk û azadîxwaz tê dîtin. Êdî gelê Kurd di şexsê PKK’ê de bûye gelê herî pêşketî yê cîhanê. Bi paradîgmaya civakî ya demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê bûye hêviya mirovahiyê hemûyê. Li dijî şaristaniya dewletperest ya 5 hezar salan, bi konfederalîzma demokratîk a xwe disipêre rêveberiya gel, serdemeke nû daye destpêkirin. Hêzên şaristaniya demokratîk ku tevahiya dîrokê li hemberî şaristaniya dewletperest li ber xwe dane, bi paradîgmaya Rêber Apo û xeta demokratîk ya sosyalîst dê mohra xwe li sedsala 21. bide. Bi vî awayî sedsala 21’an wê bibe sedsala azadiya jinê û pergala konfederalîzma demokratîk dê li her qadê pêk were. Dema behsa qezencên PKK û Rêber Apo yên ji bo mirovahiyê bê kirin, divê ev pêşketin û nirxên mezin yên li Kurdistanê, Rojhilata navîn û cîhanê çêkirî, bêne dîtin. Wekî Rêber Apo jî îşaret pê dike, ew xwedayên zalim yên di mîtolojiyan de jî nikarin nirxên PKK’ê afirandî înkar bikin û nebînin.
Bi hêviya PKK’ya ku ew nirxên rojhilata navîn yên mirovahiyê vejand, salên bê pêşketinên hîn mezintir çêke, Kurdistana azad û rojhilata navîn ya demokratîk veguherîne ocaxa cîhanê ya şaristaniya demokratîk.
parvê bike
Nivîsên Gulîstan ÇIYA ÎKE
Li ber kirinên PDK’ê rabin!
26 cotmeh
Bendewariyeke xelkê ji wan tine
19 cotmeh
Rojava bi gorî axatiya xwe dikin
28 îlonê
Sistkirina têkoşînê xwekuştin e
17 îlonê
Kurd divê êdî PDK´ê rawestînin
31 tebaxê