​​​​​​​Piştî 4 salan careke din festîvala hunerî

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 15 Îlon 2022 - 21:03

  • “Kultûra me biryardariya me ya berxwedanê zêde dike”, 

Komîteya Çandê ya Meclîsa Kantona Girê Spî, Festîvala 3`yan a Girê Spî ya Çand û Kultûrêbi dirûşma “Kultûra me biryardariya me ya berxwedanê zêde dike”, bi beşdariya gelek şêniyan, li dar xist.

Festîval li nêzîkî kampa koçberan a Girê Spî ji aliyê Komîteya Çandê ya Kantona Girê Spî ve bi koordîneya Desteya Çandê ya Herêma Firatê li dar ket. Hêjayî bibîrxistinê ye, piştî dagirkirinê yanî piştî 4 salan festîval careke din li dar ket.

Di destpêka festîvalê de berdevkê Desteya Çandê ya herêma Firatê, Ziyad Elî bixêrhatina beşdaran kir. Elî destnîşan kir ku vejandina çanda herêmê di van rewşên siyasî û leşkerî de israra gel a berxwedanê û parastina reseniya xwe nîşan dide.

Di festîvalê de gelek berhemên hunerî û yên kultura herêmê hatin nîşandan.

Têkildarî bidawîbûna roja yekem a festîvalê, yek ji beşdarên festîvalê, Salim Felac got, ev festîval derfetek e ji bo nîşandana çand û rêûresmên xwe.

Wî her wiha diyar kir ku ew di vê festîvalê de girêdana xwe bi xak û çanda xwe ve û sekna li hember planên dijmin ên mêtingeriyê ku tinekirina çanda gelên herêmê ji xwe re kiriye armanc, teqez dikin.

ANHA/GIRÊ SPÎ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.