Piştî 35 salan evîna rast a Seyrê 

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 30 Mijdar 2022 - 04:44

AHMET KANBAL/MA/MÊRDÎN

 

Semîre Demîrel ku 35 sal berê ji dengbêj Miradê Kinê kilama Seyrê û Eliyê Mamed bihîstiye, çîroka vê stranê kir pirtûk. 

Çîroka Seyrê û Eliyê Mamed ku tê gotin, çîrokeke sedsala 17-18'an e û di salên 1960'î de bi dengê dengbêj Miradê Kinê hatiye tomarkirin, bû pirtûk. Semîre Kût Demîrel ku bi salan daye dû vê çîrokê, axirê bi navê "Evîna Rast" ew wekî pirtûk çap kiriye. Pirtûk ji Weşanên Sîdarê der çûye. 

Demîrel ku tevî malbata xwe 24 salan li Kadîfekaleya Izmîrê maye û di sala 2000'î de hatiye Nisêbîna Mêrdînê, bi salan di nava siyasetê de maye. Demîrelê got, xebatên siyaset û çandê ne dûrî hev in û heta mirov bi çanda xwe nizanibe, nikare di nava vê çandê de siyasetê bike. Demîrel got, "Pêşî zimanê zikmakî, paşê çand û bi dû re siyaset. Tiştên li metrepolan hatin serê me, tiştên di navbera 1980-90’î de li Kurdistanê qewimîn, bandora ciwanên Kurd ên li metrepolan, ji ber xebatên siyasî binçavkirina mirovan, kuştina wan û windakirina wan bandorê li me hemûyan kir. Lewma pêşî me bi siyasetê dest pê kir. Em di nava siyasetê de hînî çanda xwe bûn." 

 

Lêkolîna di bin tesîra rojên berê de 

Demîrelê got, serpêhatiya nivîsandina çîroka Seyrê û Eliyê Mamed xwe disipêre 35 sal berê: "Sala 1986'an bû. Ez, dêya xwe û xwişka xwe çûn malekê. Malbatê got, ji Nisêbînê qasetek nû ji wan re hatiye. Wê demê wiha bi rihetî qaset bi dest kesî nediketin. Me pirsî bê qaset a kê ye. Gotin a Miradê Kinê ye. Kaset dan ser û me guh li dengê Miradê kinê kir. Dengê wî pir tesîr li me kir. Em hestiyar bûn û hinekî jî giriyan. Wê demê ez hê 15 salî bûm. Di warê çandî de nezan bûm. Ez bi tesîra tiştên wê rojê mam. Lê helbet wê demê fikra ku vekolim û binivîsim bi min re tne bû. Tiştên wê demê min ew hîs kirin, tim di quncikeke dilê min de man." 

Demîrelê diyar kir ku gava daxilî nava siyasetê bûye, pê re pê re hîn bûye ku ew çîroka lê guhdarî kiriye, çîrokeke salên 1800'yî bûye û got, piştî vê, daye dû çîroka Seyrê û Eliyê Mamed. Demîrelê anî ziman ku piştî hin malûmat berhev kirine, çîrok li gorî xwe sêwirandiye û axirê wekî pirtûk çap kiriye. 

 

Jineke serhildêr, Seyrê

Demîrelê da zanîn ku çîrok wekî çîrokeke evînê xuya dike, lê Seyrê esasê xwe de jineke serîhildêr e û got ku Elî jî çendî ji malbatê be jî ji ber binpêkirina mafên xwe serî rakiriye. Demîrelê wiha domand: "Em ciwanên li metrepolan me dît ku çanda me û zimanê me heye. Li Izmîrê gava em dadiketin kolanan, em û Tirk dihatin cem hev, em pê dihisiyan ku yên xizan em in. Em esas nayên girtin û zimanê me û çanda me tine ye û hebûna me nayê qebûlkirin. Lê ew serbest bûn. Bi alaya xwe, zimanê xwe û neteweya xwe serbilind bûn. Dixwestin em bi hebûna wan kêfxweş bibin. Lewma 'Evîna Rast' bandoreke mezin li min kir." 

 

Di şopa hosteyên wêjeyê de

Demîrelê diyar kir ku di warê wêjeyê de hê nû ye û kêmasiyên wê hene: "Ez ji hosteyên vî warî tiştinan hîn dibim. Min xwest kedeke min jî hebe. Ez ji bo siberojê, ji bo zarokên me wekî mîrateyekê dihesibînim. Ez dixwazim jin bêhtir di nava wêjeyê de bibandor bin. Em van çîrokan çiqasî bi ruh û can bikin û çi qasî vekolin, em ê ew qasî hebûna xwe û neteweya xwe biparêzin. Bingehê me çanda me ye. Em dikarin xwe bi nasnameya xwe û çanda xwe bînin zimên. Lewma dixwazim ciwan bi çandê re elaqedar bibin."

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.