- Tobias Philipp: Baxçeyê zeytûnan ê Efrînê sembola sîstema ekolojîk e, tembûra di destê şervana jin de sembola bedewiya huner û femînîzmê ye, agirê Newrozê jî sembola berxwedanê ye.
DENIZ BABÎR
HEILBRONN
Tobias Philipp xwendekarekî beşa hunerî ya Zanîngeha Heilbronnê ye. Wî ji xwe re kiriye kar ku bi şêwekariya xwe têkoşîn û êşa miletê Kurd birengîne. Ji bo ku karibe rehettir bi Kurdan re peywendiyê deyne, niha xwe hînî Kurdî jî dike. Ew dibêje, “Bi hunerê xwe ez dixwazim li cem miletê Kurd cihê xwe bigirim û bibim hevparê êşên wan.”
Gava mirov biçe Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) a bajarê Elmanyayê Heilbronnê, mirov bi dîwaran ve resm, xêz û rengên bajarên Kurdistanê teswîr dikin, dibîne. Tobias Philipp ew resm û resmên şehîdan direngîne û xêz dike. Lê ew di heman demê de weke çalakgerekî jî di nava xebatên civakî û siaysî yê navendê de cihê xwe digire. Tobias Philipp dibêje, ji zaroktiya xwe ve elaqeyeke wî ji bo hunerê nîgarkêşiyê hebûye û ev 5 sal in jî her şêwekariyê dike: “Ez nikarim li jiyaneke bê huner bifikirim, hema hema her roj bi xêzkirina resman dema xwe dibihurînim.”
Ji bo fêmkirinê û gotinê
Thomas Philipp Kurd dema berxwedana Kobanê ya li dijî DAIŞ´ê nas kirine. Ew dibêje, “Berxwedana Kurdan a li Rojava li dijî DAIŞ´ê, nexasim jî wê berxwedana fewqulade ya şervanên jin ên Kurd gelekî tesîr li min kir. Piştî vê min li ser Kurdistanê lêkolîn kirin. Bi vî rengî min bêhtir qehremaniya wan nas kir. Ji bo ku van çêtir fêm bikim û bibêjim, min dest bi xêzkirin û rengandina van tiştan kir.”