Piştgirî ji bo rizgariyê şert e

Nûçeyên Çand/Huner

Şemî 13 Adar 2021 - 01:52

  • Rejîma Îranê 11 sal ceza li nivîskar Araş Gancî birrî ji ber ku wî kitêbeke li ser Rojava wergerand Farisî. Ew dibêje, "Ji bo rizgariya miletan, azadiya xweîfadekirinê, ji bo gihiştina hev a xweza û mirovê, ji bilî piştgiriya navneteweyî, ti rêya din nîne."

MIHEME PORGEBOL

Rejîma Îranê li endamê rêveber ê Komeleya Nivîskarên Îranê, nivîskar û wergêr Araş Gancî ji ber wergera kitêba bi navê "Kilîteke piçûk dikare deriyekî mezin veke: Şoreşa Roava" 11 sal cezayê hepsê birrî. Şaxa 28´an a dadgeha qaşo ya şoreşê ya Îranê ev biryar da. 

Sekreterê Desteya Rêveber a Komeleya Nivîskarên Îranê, nivîskar û wergêr Araş Gancî kitêba berhevoka meqaleyan a bi navê "Kilîteke piçûk dikare deriyekî mezin veke: Şoreşa Roava" wergerandibû Farisî. Wî ev werger 2017´an kiribû û sala 2019´an jî ji ber wê hatibû girtin. Gancî li hepsa Evîn a Tehranê dihat ragirtin. 19´ê Çileyê 2020´an di ber kefaleta 450 milyon tumenî de hatibû berdan. 14´ê Hezîrana 2020´an rûniştina yekê ya Gancî bû û dadger ew ji nû ve da girtin. 20´ê Hezîranê di berdêla 3 milyar tumen kefaletê de hat berdan. 29´ê Kanûna 2020´an dadgeha qaşo ya şoreşê ya Îranê bi destê şaxê xwe yê 28´an 11 sal cezayê hepsê li Araş Gancî birrî. Rejîmê Araş Gancî bi "komploya li dijî Ewlehiiya Neteweyî", "kirina propagandayê", "endametiya rêxistina neqanûnî û hevkariya bi rêxistina terorîst re" guneh bar kir. 

Dadgehe temyîzê jî ev biryar erê kir û mehkûmbûna Araş Gancî bi vî awayî piştrast bû. Niha ew li bendê ye ku van rojên li pêşiya me bi îdîaya endamê PKK´ê ye bê hepskirin.
 
Bang li rayedarên Îranê kirin

Komeleya Nivîskarên Îranê li ser mijarê daxuyanî da û got, ji bo tevahiya gunehbariyan yek delîl hatiye nîşandan û ew jî, wergerandina ji Ingilîzî ber bi Farisî ve ya kitêba "Kilîteke piçûk dikare deriyekî mezin veke: Şoreşa Roava" ye.

Rêxistina civaka sivîl Freemuse a ku ji bo mafê xwe îfadekirinê û azadiya hunermend, rojnamevan û nivîskaran dixebite jî bi rêya rêveberê xwe yê îcrayê Dr. Srirak Plipat bang li rayedarên Îranî kir. Wî biryara mehkûmkirinê weke binpêkirina mafê xweîfadekirinê bi nav kir û got, ev maf bi hiqûqa navneteweyî ya mafê mirovan tê parastin. Plipat bang li rayedarên Îranê kir da ku tevahiya gunehbariyên li dijî Araş Gancî betal bike û rêz bigire ji azadiya xweîfadekirinê re. 
 
Ji hêza qelemê ditirsin

Rêveberê ragihandinê yê Navenda Mafê Mirovan a Îranê (CHRI), Jasmin Ramsey jî bi bîr xist ku rayedarên Îranî ji sala 1979´an ve rexneyên aştiyane dadgeh dikin û got, "Wan dîsa tiştek bir serî; wan tirsên xwe yên bêqîmet careke din derxistin holê". Ramsey xwest mehkûmkirina Araş Gancî tavilê bê betalkirin û azadiya xweîfadekirinê jî bi qanûnê bê parastin.
 
Min tenê kitêb wergerand

Em li ser miajrê bi nivîskar û wergêr Araş Gancî re peyivîn; wî jî got, "Niha cezayên min hatin piştrastkirin. Van rojên li pêşiya me, divê bikevim hepsê ji bo 11 salan. Rejîma Îranê nikare xwe li ti dengê muxalifî xwe ragire. Komeleya Nivîskarên Îranê timî di bin zexteke dijwar de bû. Berê 2 namzetên çalak ên komeleyê hatin kuştin. 5 endamên wê niha di hepsê de ne. Û niha jî 11 sal cezayê hepsê li min birrîn tenê ji ber ku min kitêbeke li ser Rojava wergerand Farisî." 

Ew gunehbariyan red dike û dibêje, "Min tenê kitêbeke li ser Rojava wergerand û beşdarî xwepêşandaneke li ber sefareta Tirk a li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a li Rojava bûm. Weke nivîskar erka min e, ez li heqîqetên civakî bikolim û tiştên min dîtî jî bi civakê re parve bikim. Ji ber vê ez hatim dadgehkirin û cezakirin."

Wî got, betalkirina ceza li gorî qanûnan êdî ne mumkin e, lê li gorî Araş Gancî rizgarî tenê bi piştgiriyê mumkin e. Araş Gancî wiha bang li raya giştî kir: "Ji bo xwe tiştekî taybet naxwazim. Ji bo rizgariya miletan, azadiya xweîfadekirinê, ji bogihiştina hev a xweza û mirovê, ji bilî piştgiriya navneteweyî, ti rêya din nîne." 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.