Pirtûkxaneya Reqayê mezin dibe

Nûçeyên Jiyan/Civak

Sêşem 25 Hezîran 2024 - 00:31

  • Di demeke pir kin de li refên Pirtûkxaneya Nîştimanî zêdetirî 17 hezar pirtûk hatine rêzkirin. Rêveberiya pirtûkxaneyê armanc dike çanda xwendinê di nava herêmê de belav bibe. Rewşenbîr jî destnîşan dikin ku vekirina pirtûkxaneyê berhema hewldanên domdar e.

MIHEMED XELÎL / ANHA / REQA

Pirtûkxaneya Nîştimanî ji aliyê Desteya Çandê û Şûnwaran a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Reqayê û komeke rewşenbîr û wêjevanên Reqayê ve hate avakirin. Di nava pêşketina teknolojiyê de û tinebûna çanda xwendinê, ev der ji bo parastina çanda xwendinê gelekî girîng e.

Ji bo şêniyên Reqayê û herêmên din ên Sûriyeyê, pirtûkxane di parastina çandê de navendeke sereke bû. Lê bi pêşketina teknolojiyê re, hinekî dûrketin çêbû. Pirtûkxane 3`yê Cotmehê bi rasthatina salvegera 6`an a rizgarkirina Reqayê ji DAIŞ`ê re hate vekirin. Pirtûkxane li nêzî muzexaneya Reqayê hatiye vekirin. Tê de 17 hezar pirtûkên bi zimanên Erebî, Kurdî û biyanî hene. Her wiha lê 2 hol ji bo xwendinê, hewşek û oteleke biçûk heye.

Roleke çalak a pirtûkxaneyê heye

Rewşenbîr Mistefa El Mistefa têkildarî mijarê got, "Ji ber ku gelek pirtûkxane bi pirtûkan hatine dewlemendkirin, bala tevahî beşên civakê dikişîne. Çalakiyên hunerî lê li dar dikevin." El Mistefa têkildarî girîngiya xwendinê di xurtkirina çandê de û rola wê di pêşxistina endamên civakê de got: "Bi hezaran pirtûk lê hene. Hezkiriyên wê kêm in, lê roleke çalak dilîze. Ez di wê baweriyê de me ku di dema bê de dê bi xwîneran qerebalix bibe." El Mistefa bal kişand ser rola rewşenbîran di vejandina çandina xwendinê de û wiha domand: "Divê em rewşenbîr çanda xwendinê belav bikin û zanabûna di vî alî de zêde bikin. Ji bo wê planên me hene ku hin belgefîlm û fîlm bên pêşandan." 

Armanc 100 hezar pirtûk e

Hevserokê Desteya Çand û Hunerê ya Reqayê Hesen Mistefa jî got, "Sala 2023`yan pirtûkxane hate vekirin. Pirtûkên wê destpêkê li Navenda Çandê bûn. Lê ji ber ku hejmara pirtûkan zêde bû, pêwîst bû em biçin cihekî din. Bi rêya nûnertiya Rêveberiya Xweser li dewletên Ewrûpayê me gelek pirtûkên wêjeyî û yên biyanî peyda kirin. Hin aliyên Fransî jî ku bi wêje û çandê re eleqedar in, piştgirî da. Pirtûkên derûnnasiyê jî hatin peydakirin. Em hêvî dikin ku di rojên bê de hejmara pirtûkan zêde bikin. Daxwaza me ew e ku di sala bê de hejmara pirtûkan bigihêje 100 hezarî.”

Reqa peytexta çandên Sûriyeyê bû

Hesen Mistefa wiha pê de çû: "Vekirina pirtûkxaneyê, ji bo me xwedî taybetmeniyekê ye, ji ber ku Reqa paytexta çanda îslamî û çanda Sûriye û çîroka Sûriyeyê bû. Ji ber wê em dixwazin pirtûkxaneyê ji şêniyên kantonê re vekin, ji ber ku ew girîngiyê didin çandê." Di dawiyê de Mistefa got: "Li Reqayê gelek mihrîcan ne tenê li ser asta Sûriyeyê, lê li ser asta welatê Ereban li dar diketin. Gelek afirîner, nivîskar û xwîner ji Sûriye û dewletên cîran dihatin vir. Ji ber wê em dixwazin rola çandî ya berê li bajêr vegerînin."

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.