Pirtûkan bikin hevalên xwe yên nêzîk

Nûçeyên Jiyan/Civak

Çarşem 3 Çile 2024 - 03:29

Bê guman di her civakekê de kesên ku dostên pirtûkan in, hebûn û niha jî hene. Em jî çûn cem du jinên bi temen ku aşiqê xwendina pirtûkan in û derbarê vê yekê de nihêrînên xwe yên li ser hezkirina xwendina pirtûkan parve kirin.

Jina bi temen û pirtûkhez Atiye Rehman li ser hezkirina ji xwendina pirtûkan got, xwendin di her temenî de ji her kesî re lazim e, zarok jî di zarokatiyê de, dema fêrî alfabeya Kurdî dibin divê fêrî xwendinê jî bibin. Ji ber ku xwendina pirtûkan mejî çalak dike, çanda giştî dewlemend dike, dihêle ku di her warî de mirov ji cîhanê fêm bike û statûya civakî xurt dike.

Atiye Rehman got; “Teknolojiyê bandoreke mezin li ser xwendina mirovan kiriye, ji ber ku ew wexta xwe li ser înternet, telefonên destan û medyaya civakî, derbaz dikin. Heta hay ji xwe dibin, êdî wext ji bo xwendinê nemaye. Berê, dema em zarok bûn, me çîrokên Ferhat û Şirîn, Mem û Zînê ji malbatên xwe re dixwendin û civaka xwe teşwîq dikir da ku xwesteka xwendinê çêbe.”

Bi xwendinê prensîp ava dibin

Seyran Mistefa ku mamosteyeke bi temen e û pirr hez ji xwendina pirtûkan dike, derbarê hezkirina ji bo xwendina pirtûkan de dibêje; “Tu li dibistanê fêrî xwendin û nivîsandinê dibî, ev jî te dike mirovekî xwende. Lê xweperwerdekirin, bipêşxistina çanda giştî û zanistan herwiha xwedîderketina li prensîpên jiyanê bi xwendinê mumkin e. Ji ber vê yekê xwendina pirtûkan ji bo ronîkirina mirovan û xwedîderketina li zanistan hemûyan xwedî risteke pirr bibandor e. Heger hûn dixwazin bibin rewşenbîr û xwe perwerde bikin, divê hûn pirtûkan bikin hevalê xwe yên herî nêzîk.”

Di dema me de dîtina pirtûkan zehmet bû

Mamoste Seyran got; “Di dema xwe de, em li heft cihan li pirtûkekê digeriyan da ku bidest bixin. Lê mixabin ciwan bi qasî ku bi medyaya civakî û telefonan re mijûl in, pirtûkan naxwînin. Ez gelek caran şîretan li xwendekarên xwe dikim da ku rojekê du rêz be jî bixwînin, hingê hûnê bibin kesekî din û bêhtir mezin bibin.”

Peyvên biyanî Kurdî qels dikin

Di dewamê de mamosta Seyran bal bire ser lewazbûna bikaranîna peyvên zimanê Kurdî û xetera ku di vê serdema teknolojiyê de bikaranina peyvên biyanî li ser zimanê Kurdî û wiha vedibêje; “Zimanê Kurdî ber bi xizaniyê ve diçe. Yanî zimanê Kurdî (zaravayê Soranî) yê ku di dema sê kuçeyên Baban, (Nalî, Salîm û Kurdî) de hebûye, dema ku Kurdî zimanekî pirr herikbar bû, niha ku em dibînin gelek peyvên biyanî tên bikaranîn. Hin kes dema ku bi hev re dipeyivin, bikaranîna peyvên biyanî weke pêşketin û rewşenbîrî dibînin.”

ROJNEWS/SILÊMANÎ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.