Pirtûka Xelîlê Çaçan ji Lîsê derket

Nûçeyên Çand/Huner

În 7 Gulan 2021 - 04:40

Weşanxaneya Lîsê derbarê pêşengê Radyoya Rewanê (Êrîvanê), Xelîlê Çaçan de pirtûkek nû çap kir. Pirtûka bi navê “Xelîlê Çaçan Xizmeta Malbatekê a 100 Salan” ji hêla nivîskar Têmûrê Xelîl ve hatiye nivîsandin û ji Weşanên Lîsê derçû. 

Nivîskar Têmûrê Xelîl rola Radyoya Rewanê ji bo Kurdan bi bîr tîne û ji bo Xelîlê Çaçan dibêje; “Her Kurdek zane, ku rola radyoya Kurdî a Rewanê di hişîyarkirina gelê Kurd de pir e. Lê kêm kes zane, ku ew kar piranî bi saya serê serokê wê Xelîlê Çaçan bûye, ku bîst û çar salan serokatî li wê radyoyê kiriye û hemû stran û pîyesên radyoyê di dema wî de hatine qeydkirin. Em navê camêrekî welatparêz, rojnamevan û nivîskarê mezin; Xelîlê Çaçan Mûradovê rehmetî (1924-1981) bi dilekî baristan bi bîr tînin. Wî di nava bîst û çar salên (ji sala 1957’an hetanî sala 1971’ê) serokatîya radyoya Kurdî li Yêrêvanê karê ji bo çend deh mîlyon Kurdan û çendik û çend sedsalan kiriye.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.