RAFIF ESLEEM/NÛJÎNHA/XEZA
Yasmîn Al-Daya li Filistînê şêwekariyê dike. Ew balê dibe ser pirsgirêkên jinan û astengiyên wan. Ew di tabloyên xwe de bala xelkê dibe ser nexweşiya “vitiligo” ku nexweşiyake çerm e.
Yasmîn Al-Daya dide zanîn ku ew psikolojiya nexweşên “vitiligo” ji dil hîs kiriye û ji lewma jî bi çêkirina tabloyan daketiye. Ew bi van tabloyên xwe hewl dide piştevaniya wan kesan bike û pêvajoya nexweşiya wan nîşan bide.
Yasmîn Al-Daya da zanîn ku ew bi derfetên kêm xebatên xwe pêk tîne û ji ber bihabûna malzemeyên ji bo şêwekariyê jî zehmetiyan dikşîne.
Yasmîn Al-Daya di heman demê de balê dibe ser êş û elemên jinên Xezayî jî û hejariya wan nîşan dide. Di nav tabloyên Yasmîn Al-Daya de wêneyê zarokeke keç a li pişt têlan bala mirovan dibe ser xwe. Yasmîn Al-Daya vê tabloyê wiha şirove dike: “Ev wêne jineke ku salên xwe di zindanê de derbas kirine vedibêje. Yekane sûcê wê jinê hezkirina ji welatê xwe û parastina wê ye. Ev jina ku kirasê çandî ya Filistînî li xwe kiriye parastina resenî û çanda welatê xwe dike.”
Li pey xeyal û armancan herin
Yasmîn Al-Daya dibêje, ew bi tabloyên xwe hewl dide rewşa jinên Filistînî biteyisîne û dixwaze mijarên mirovî û niştimanî tevlîhev bike. Yasmîn Al-Daya her wiha tîne ziman ku ew di rojên pêş de hêvî dike ku beşdarî pêşangehên ji derveyî Filistînê jî bibe da ku azmûnên xwe yên vê mijarê zêdetir bike: “Ez tabloyê dabeş dikim, her carê beşekî xêz dikim dema kom dibe, ez dibim ser kaxezê. Her wiha ez gelek vîdyoyên fêrbûnê der barê çawaniya xêzkirina xetan û tevlîhevkirina rengan û wênegiriya pispor di portrê de temaşe dikim.”
Di dawiya axaftina xwe de Yasmîn Al-Daya bal bire ser astengkirina jinan bi destê malbat û civakê û got divê jin van sînoran rakin û li pey xeyal û armancên xwe herin.