Pirs û jiyan

Nûçeyên Forum

Pêncşem 4 Tebax 2022 - 22:00

  • Pirs, her çiqasî zîndiyên bi ruh û can nebin jî ew jî xwediyê hebûnekê ne û heta ku bersivên wan tine bin, dikarin bijîn. Ango dikarin di hişê me de bibin xwediyê hebûnekê û bi riya me, vê hebûna xwe bi demdirêjî biparêzin.

CENGIZ ÇÎÇEK

Wekî meriv, em her çiqasî xwe mîna formê jiyanê yê herî pêşketî bi nav bikin û bi agahiyên xwe yên derbarê jiyanê de pesnê xwe bidin jî, gelek aliyên jiyanê hene ku ji me ve ne eyan in û ya ku jiyanê di bara dilê me de ewçend dilkêş jî dike ev aliyên wê ne. Ev yek, meraqa me ya derbarê jiyanê de zêdetir dike û wê vedigerîne pirsan. Ji van pirsan hinek bêbersiv in û divê wisa jî bimînin. Lewra, bi awayekî din nabe. Nabe, ji ber ku dîwarê meraqê yê di navbera me û jiyanê de jî bersivan pêk tê. Ango ew bersiv kevirên wî dîwarî ne. Ev xisleta me ye heya ku em hebin, em ê tim û daîm hewl bidin ku ji wî dîwarî keviran bikişînin. Rexmî ku em dizanin, jiyan wê destûrê nede me ku em wî dîwarî bigiştî ji holê rakin, ev hewldana me wê her bidome. Ji aliyê din ve, divê em ji bîr nekin ku kişandina her kevirekî ya ji dîwarê navbirî wê bê maneya kuştina pirsekê. Divê em kêmekî lê biramin ka gelo kuştin, ango jiholêrakirina pirsên derbarê jiyanê de ji bo me baş e yan xerab e?

Mirina pirsan

Pirs, her çiqasî zîndiyên bi ruh û can nebin jî ew jî xwediyê hebûnekê ne û heya ku bersivên wan tine bin, dikarin bijîn. Ango dikarin di hişê me de bibin xwediyê hebûnekê û bi riya me vê hebûna xwe bi demdirêjî biparêzin.

Piştî ku bersiv ji bo wan peyda bûn, wê demê bivênevê mirina wan jî tê. Ev mirin, nexasim jî mirina pirsên derbarê çibûna jiyanê de, belkî jiyanê ji bo me heya cihekî zelaltir dikin ku ew yek ji bo merivatiyê armanca herî kevn û bingehîn e. Lê qet guman jê tine ku her pirsa bersivandî wê ji bo me raza jiyanê lawaztir û pê re jî maneya wê siviktir û dilkêşiya wê ya di bara dilê me de kêmtir bike. Bêguman, ev lewazî, siviktî û kêmanî di rastiya jiyanê de rû nadin. Jiyan guh nade me ka em derbarê wê de bi çi dizanin yan jî wê çawa şirove dikin. Jiyan çi be her mîna xwe dimîne û dîsa ya xwe dike. Ew bi riya tevger û guherandinê (ne dubarekirin) tim xwe teze dike û pêr jî raza xwe ya ku qaşo me eşkere kiriye û ya girîngtir ji maneya xwe ya têdayî qayîmtir dike ku ev rastiya jiyanê ye.

Rastiya me

Bi giştî ji rastiya jiyanê azade nebe jî rastiyeke me jî heye û bi me, divê em kêmekî behsa wê bikin. Di vê rastiyê de çîrok di mêjiyê me de destpê dike û dîsa li wir diqede. Destpêka çîrokê pirs û dawiya wê bersiv e. Piştî ku me xwe gihande bersivê, ji bo me armanc pêk hatiye êdî û çîrok jî qediyaye. Dema ku em xwe digihînin vê merheleyê, jî ji me re wer tê ku me bi vê riyê xwe gihandiye raza jiyanê û em êdî serwext û serwerê wê ne. Ev yek bi ser navê me rê li ber jixwetêrbûneke pozquloz vedike û ev jixwetêrbûn nahêle em rastiya jiyanê bibînin ku rastiya me li hember wê doh çawa têkçûbe, îro û sibê jî wê wisa têk here. Em çima û bi kîjan serwextiyê vê yekê dikin, zêde ne diyar e. Lê, em tev bersivandina pirsekê ji bo xwe mîna serketinekê dibînin û wisa zêde li ber bayê vê serketina xapînok dikevin, qet nayê bîra me ku em lê bifikirin ka gelo bersiva me dîtî li rastiya heyî (rastiya jiyanê) tê yan nayê. Lê, heger jiyan ji bo ku rastiya xwe ji me veşêre, em xapandibin û ne tişta ku em lê digerin, lê tişta ku ew dixwaze em bibînin, nîşanî me kiribe? Ev dibetî her tim ji dibetiya yekemîn xurttir e. Ji vê paşxaneya wê ya ku biguman azad e, bersiva me dîtî ji ber ku ji bo wê gavê têra me dike, dibe ku li ber çavên me mîna rastiyekê bixuye. Lê, gelo haya me jê heye, tişta ku tenê li gorî me be, ew tenê rastiya me ye, ne rastiya jiyanê, heta ne rastiya kesekî din e jî. Li cihê ku rastiya destê çepê nabe rastiya destê rastê, ka îca rastiya kesekî wê çawa bibe rastiya giştî. Na, ev ne pêkan e.

Li aliyê din, ya ku em mîna rastî bi nav dikin, encameke ceribandin û çavdêriyên me ye, ku sînorên wan diyar in.

Wê kêliyê çi hatibe serê me û me li wê qada bêsînor çi dîtibe û em wan ji dahurandinên xwe re dikin dane û wisa diçin darazan û nav li rewşê dikin. Heke em biqasî vî aliyê mijarê li ser aliyê wê yê din jî bifikirin, em ê bi zelalî bibînin ku heta ku em wan daneyan didin hev û bi alîkariya wan derbarê bûyer û rewşekê de şiroveyan bi pêş dixin, him ew bûyer him jî ew rewş ne tenê teşe naveroka xwe jî diguherin. Kurt û kurmancî, heya ku em xwe digihînin dawiya gotinên xwe yên derbarê mijarê de serê gotinên me dibe derew. Lê, haya me ji vê yekê nîne.

Gotina dawiyê

Pirsa jiyanê ya herî qedîm ew pirs e ku dibêje “jiyan çi ye?”. Emrê vê pirsê biqasî dîroka merivatiyê dirêj e. Bi hesabê bi hezaran salan e ku meriv ji vê pirsê re li bersivekê digerin. Çi ji rêzê û nezan û çi jîr û zana dibe, meriv nîne ku serî bi vê pirsê re neêşandibe. Vê pirsê hindik jîr dîn nekirine. Lê, hê jî xwe nedaye dest. Ango hê jî di destê me de bersivek tine ku em bidin ber rûyê xwe û bibêjin, “Jiyan ev e.” Û wisa dixuyê ev rewş wê ji îro û şûn ve jî wisa bidome. Meriv çiqasî hewl bidin bila bidin, derfet û amrazên wan ên teknolojîk çiqasî bi pêş dikevin bila pêş bikevin, wê nikaribin di warê me gotî de serederiyê bi jiyanê re bikin. Lewra, jiyan bi leza ronahiyê kar dike û meriv bi leza xwe...

Ev aliyekî mijarê ye û ji bo jyianê tê çi maneyê em nizanin. Lê, divê ji bo meriva talî be. Aliyekî mijarê yê din jî heye ku ji bo meriva divê esasî be. Ew jî ne çi bûn, lê çawabûna jiyanê ye. Belê divê pirsa çi-bûna jiyanê ji bo meriva talî û pirsa çawabûna wê ji bo wan esasî be. Lewra, bêyî ku bersiva pirsa çi-bûna jiyanê zanibin meriv wê karibin jiyaneke bi mane bijîn. Lê, bes heke bersiva pirsa jiyaneke çawa nizanibin wê ti maneyeke jiyana wan tine be.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2022 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.