Pîrozbahiya Vejînê dewam dike
Yekşem 5 Kanûn 2021 - 23:18
- Salvegera 43’yan a damezrandina PKK'ê li bajarên Fransayş Reims û Parîsê, li bajarê Elmanyayê Giessenê û li paytexta Îtalyayê Romayê bi şahiyan hate pîrozkirin.
Salvegera 43’yan a damezrandina PKK'ê li bajarên Fransayş Reims û Parîsê, li bajarê Elmanyayê Giessenê û li paytexta Îtalyayê Romayê bi şahiyan hate pîrozkirin.
Bi rasthatina salvegera 43’yan a damezrandina PKK'ê li bajarê Reims ê Fransayê pîrozbahiyek hate lidarxistin. Hevserokê FEDA'yê Demîr Çelîk li pîrozbahiyê axivî û got, "Li ku dibe bila bibe divê gelê me têbikoşe."
Piştre hunermendê Êzîdî Amar Zakîrov derkete ser dikê û bi stranên xwe yên li ser gel û berxwedanê pîrozbahî xemiland.
Hunermend Lea Gariglietti jî bi Romanî, Spanî û Îtalî hunerê xwe pêşkêş kir. Hunermend Farqîn, Nûarîn û Diyar Dersim jî derketin ser dikê.
Li Parîsê jî beşdarên pîrozbahiyê alayên PKK’ê hilgirtin.
Li Giessenê di salvegera damezrandina PKK'ê de ji bo bîranîna şehîdan sînevîzyonek li ser têkoşîna PKK'ê hate nîşandan. Hevseroka KON-MED'ê Zubeyde Zumrut piştre axivî û qala wate û girîngiya PKK'ê ji bo gelê Kurd kir.
Hunermend Seyîdxan Dindar, Koma Hezex û Elî Gevanî derketin ser dikê.
Li Romayê jî coşa cejnê
Salvegera 43’yan a damezrandina PKK'ê, li paytexta Îtalyayê Romayê hate pîrozkirin.
Pîrozbahî li Navenda Çanda Kurd a Romayê hat lidarxistin. Gelek Îtalî tevlî bûn şahiya pîrozbahiyê bûn, nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl û tevgera jinê peyam dan.
Nûneran xwest ku azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan tavilê misoger bibe. Hunermendên Kurd û Îtalî jî derketin ser dikê. Pîrozbahî bi gerandina govendê bi dawî bû.
NAVENDA NÊÇEYAN