Pîran 9 roj e dişewite

Nûçeyên Jiyan/Civak

Çarşem 9 Hezîran 2021 - 05:07

Li navçeya Amedê Pîranê leşkerên Tirk bi êrişên hewayî agir berdabûn daristanê. Ev şewat ev neh roj in nehatiye vemirandin. Şewat niha gihişt gundên derdorê yên şên jî.

Li gundê Pîrejman ê ser bi Pîranê, artêşa Tirk a dagirker, 1’ê Hezîranê bi êrişa hewayî agir berdabû daristana quntarê Çiyayê Gorse.  Şewat ev 9 roj in dewam dike, û rayedarên dewleta dagirker destûra vemirandinê nadin. Niha ji ber bayî, şewat nêzî gundên Nerbiş û Wişkala yên ser bi navçeya Miyaran a Xarpêtê bû. Welatî bi derfetên xwe hewl didin agir vemirînin. Li gorî agahiyên ji welatiyan, daristana li Çiyayê Gorse bi temamî şewîtiye. 

Welatîyên ku li van gundan dimînin li ser hesabên dijîtal gazinên xwe kirin û dan zanîn ku ji bo temirandina şewatê, ti destwerdana berfireh nîne û lewma jî agir her diçe belav dibe.

AMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2021 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.