Pira Qudretê / Giyadîn

Melîk AYKOÇ nivîsand —

Pêncşem 7 Nîsan 2022 - 22:09

  • Her çengeyê welatê me xwedan gelek xweşiyên xwezayî û dîrokî ye. Heta di nava mîtolojiyên afirandinê de jî jiyana li ber têkçûnê ji nû ve li welatê xwe vejiyaye.

Her çengeyê welatê me xwedan gelek xweşiyên xwezayî û dîrokî ye. Heta di nava mîtolojiyên afirandinê de jî jiyana li ber têkçûnê ji nû ve li welatê xwe vejiyaye. Ji wê her bihust xaka me hêjayê lêkolînên berfireh e. Ji wan xweşiyan yek jî ev Pira Qudretê ye, ev ne çîrok e, ne henek e, tenê rastiyeke, bercişeke xwezaya welatê me ye, hem jî li cihanê bê mînak e, ji wê, ew mirovan metalmahî dihêle ye. 

Belê, bi giştî welatê me erdnigariya herî xweş a cihanê ye. Lema dagirkeran, êrişkaran, talankeran, hovên cihanê êrişî vir kirine, ji bo bidestxistinê bi hemû dek û dolaban, bi her awa sêhrbazî êrişî me kirine. Welatê me di nava xwînê de hîştine. Lê mixabin ku em xweşiyên welatê xwe nanasin. Ez va 70 salî me, hê nû bi van xweşiyan dihesim, ji ber ku dagirkeriyê çavên me girtibûn, rêya me birrîbû, xwezaya me ji me veşartîbû, lema me nedizanî. Mêrika niha jî sîngê xwe diperçifînin û dibêjin, “Ulkemizin Guzeliklerî!” (Bedewiyên welatê me) A derdê giran ev e. Ez hêvî dikim, her Kurd li xweşî û payeberziya welatê xwe vegere, îro jî mijara “Pireya Qudretê” vekim.

Dibe ku were bîra we xwînêran, ne dûr, me beriya du hefteyan behsa germikên Giyadînê kiribû û derbarê cih û navnîşana wê de bi kurtî nivîsîbû: “Germikên Giyadînê bi qasê 5 kîlometreyan li başûrê Giyadînê li dor gundê Dawudê û mezrayên wê, Mamrmarok û Pirdê ne û ev gund û germikên wê li ber pêşên şaxên çiyayên Tendûrek û Eledaxê ne.” Ev Pireya Qudretê jî li nêzê germikên gundê Dawudê li ser çemê Asî (Muradê) ye. Dema mirov biçe germikan, mirov dikane vê pireya hunerê xwezayê jî bibîne.

Çemê Asî li nêzîkê gundê Dawudê nekaniye bi hêza xwe ya herikînê şaxê bazalt yê çiyayê Tendûrekê yê ku hetanî vir herikîne û bi awayê kanyonekê xuya dike, biqelişîne û biherike. Ew erdê nerm yê di bin vî şaxê bazalt de hêrivandiye, daye ber xwe û biriye, bi vî awayî pireyeke xwezayî pêkaniye. Cihê ku avê lê binê zinaran qul kiriye, di forma kanyon û zuxreke teng de ye. Her wiha du pireyên xwezayî li pey hev in. Havînan mirov dikane bi ajneyê di bin wan pireyan re derbas bibe. Yanê wisa kûr kiriye. Di nava gel de jê re şikefta pirê dibêjin.
Ev pireya xwezayî navê xwe ji biwêja “Qudreta Xwedê” digire. Gelê me yê herêmê ev nav lêkiriye. Dewleta dagirker jî ji ber ku peyveke erebî û baweriyê ye, wisa wergirtiye. 

Bilindahiya zinarê bazalt yê ku av di bin re diherike ji avê bi qasê 30 metreyî bilindtir e. Du pireyên xwezayî li gel hev in. Pira xwezayî ya mezin 30 metre fireh e, rêya gundên li başûr rojhilatê gundê Dawudê di ser vê pireyê re diçe. Pireya diduyan jî cih bi cih bi berahiyeke 15 metreyan e. Zinarên Kanyona bûye newala çemê Muradê jî, cih bi cih hetanî 50 metreyî bilind dibe. Li herdu aliyên pireyê cihên di forma çovîgan de berfireh pêk hatiye, hene, mirovên tên ziyareta vê Pireya Qudretê, li wir seyranê dikin, gelek caran jî masiyan digirin.

Agahiya li ser vê bercîsa xwezayî yên li berdest ev in. Mirov dikane li ser înternetê bi dehan wêneyê wê bibîne. Heta hin TV´yên dagirker li ser vê pireyê bernameyên taybet çêkirine. Ez hêvî dikim ku em bikanin xweşiyên welêt yên din jî binasin, hetanê bercîseke din ya xweşiya welatê me bimînin di nava xêr û xweşiyê de.

parvê bike

Melîk AYKOÇ

Nivîsên Melîk AYKOÇ

Keleha Argûnê
18 teşrînê

Li ser Îdir/Egîda
11 teşrînê

Kavilên Mendekê
4 teşrînê

Keleha Sarê
7 cotmeh

Keleha Haremî
30 îlonê

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.