Desteya Rêveberiyên Herêmî û Jîngehê ya Rêveberiya Xweser li Hesekê dest bi çêkirina pireke nû kir.
Daîreya Fenî ya Desteya Rêveberiyên Herêmî û Jîngehê ya Rêveberiya Xweser dest bi avakirine pireke demkî li ser çemê Xabûrê li rex Pira Beyrûtî ya taxa Xiwêran a Hesekê kir.
Ev pir, dê qerebalixa li ser Pira Beyrûtî sivik bike û dê taxên başûr, navîn û bakur ên Hesekê bi hev ve girê bide.
Pira Beyrûtî, ji bo kesên ji Reqa, Kobanê, Minbic, Tebqa û Dêrazorê tên, rêyeke sereke ye.
Li gorî komîteya çavdêr, projeya pira nû, dê di 3 mehan de bi dawî bibe.
Çavdêrê giştî yê projeyê endezyar Keleş Xelîf got, dirêjahiya pirê 35 metre û firehiya wê 8 metre ye. Keleş Xelîf diyar kir ku wan ev proje di çarçoveya plana rêveberiya herêmî de pêk aniye da ku barê xelkê bajêr sivik bikin.
ANHA/HESEKÊ