- Orkestraya Zanîngeha Selaheddînê li îdareya serbixwe ya Soranê ya ser bi Hewlêrê, festîvala xwe ya salane doh na pêr êvarê li dar xist.
Orkestraya Zanîngeha Selaheddînê li îdareya serbixwe ya Soranê ya ser bi Hewlêrê, festîvala xwe ya salane doh na pêr êvarê li dar xist. Di festîvalê de gelek stran û mûzîka resen a Kurdî hatin pêşkêşkirin.
Hunermendê Muzîkjen û Mamosteyê Kolêja Hunerên Xweşik a Zanîngeha Selaheddînê Amanc Xazî diyar kir ku hunerê resen ê Kurdî ji berê ve hunerekî bilind bû û mirov bi awaz û mûzîka Kurdî zewq û xweşiyê digire: “Orkestraya Zanîngeha Selaheddînê qasî du sal e hatiye damezrandin.
Her car li bajarekî Kurdistanê festîvala stran û mûzîkê tê lidarxistin. Îsal li îdareya Soranê hat lidarxistin. Armanca avakirina vê orkestrayê ew bû ku em bibin pirek di navbera hunerê berê û hunerê niha de. Awaz û stranên beriya niha û ya niha bi hev ve girê bidin.”
ROJNEWS/HEWLÊR