Peymana wan qebûl nakin
Şemî 9 Cotmeh 2021 - 01:33
- “Civaka Êzîdî baş dizane ku berjewendiya wê li ku ye. Baş dizane ku dijmin û hevalê wê kî ne û rastiya planên ku li dijî wê û îradeya wê tên kirin, nas dike. “
Endamê Desteya Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Şengalê Azad Hisên li ser peymana 9’ê Cotmehê peyivî. Azad Hisên got, ew peyman li Şengalê îradeya civaka Êzîdî dike hedef û PDK sedema gelek pirsgirêkan e ku Êzîdî pê re rû bi rû bûn.
9’ê Cotmeha 2020’an hikumeta Iraqê û Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) peymanek girêdayî rewşên rêveberî û ewlehî yên li Şengalê îmze kir. Bêyî ku nêrîna Êzîdiyan bigirin an jî xwestekên wan di ber çavan re derbas bikin. Piştî salekê ji îmzekirina peymanê kesên ku îmze kiribûn, nikaribûn bendên wê di pratîkê de pêk bînin. Şêniyên Şengalê li hember vê peymanê rabûn.
Li gorî berjewendiya Êzîdiyan e
Endamê Desteya Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Şengalê Azad Hisên der barê peymanê de ji ANHA’yê re axivî û got kesên ku xizmeta şêniyên Şengalê kirin û di rewşên zehmet de bi wan re sekinîn, Rêveberiya Xweser û hêzên leşkerî ne ku çete têk birin.
Azad Hisên destnîşan kir ku peymana di navbera hikumeta Iraqê û hikumeta PDK`ê de hate îmzekirin, ne li gorî berjewendiya Êzîdiyan e, ji ber wê ew peyman red kir.
‘Çima ji me ji me nepirsîn?’
Azad Hisên got, ji destpêkê ve, her kesî zanîbû ku ew peyman xizmeta civaka Êzidî û şêniyên Şengalê yên ji pêkhateyên cuda nake û wiha pê de çû: ‘’Ji ber ku ew ne bi nêrîna wan hate îmzekirin û di diyarkirina bendên wê de li wan venegeriyan.
Ji bo me Êzîdiyan dê ne pêkan be ku em biryarên ji derveyî rêveberiya vê civakê qebûl bikin û em tê de ne çalak bimînin.
Çima nêrîna şêniyên Şengalê di îmzekirina peymanê de negirtin? Ji ber ku li dijî îradeya wan û ne ji bo xizmeta wan hate îmzekirin. Ew tenê dixwazin wan girêdayî xwe bikin û biryarên wan ên siyasî ku dûrî berjewendiya civaka êzidî ya Şengalê ne.”
Ketin qirika hev
Bi îmzekirina peymanê re, her du aliyan li ser diyarkirina qeymeqamê Şengalê ketin qirika hev. Ji ber namzetên ku PDK’ê pêşniyar kirine ku qaşo serbixwe ne, di dawiyê de derket ku girêdayî PDK’ê ne, ji ber wê hikumeta Iraqê ev yek red kir. Ji wê demê ve hewl didin tevlihevî û bêaramiyê li Şengalê derxin.
Hisên destnîşan kir ku rewşên li Şengalê pêk hatin, ne li gorî xwesteka wan bû. Ji ber wê jî bi hemû hêza xwe hewl dan aramî û ewlehiya Şengalê têk bibin.
Azad Hisên wiha axivî: “Dewleta Tirk êrişên xwe ranewestandin. Di bingehê de ew ji vê peymanê ne dûr bû. Ev peyman bi koordîneyeke yekser di navbera dewleta Tirk û PDK, Iraqê de îmze bû.
Civaka Êzîdî baş dizane ku berjewendiya wê li ku ye. Baş dizane ku dijmin û hevalê wê kî ne û rastiya planên ku li dijî wê û îradeya wê tên kirin, nas dike. Şengalî dê derfetê nedin kesî ku destkeftiyên di nava salan de bi dest xistine û zehmetiyên ku ji ber vê yekê kişandine, hilweşînin.’’
ANHA/ŞENGAL