Peymana Lozanê pûç bû

Aslan ASLAN nivîsand —

Çarşem 27 Tîrmeh 2022 - 21:39

  • Di ser peymana Lozanê re 99 sal derbas bûn. Dema ku ew peyman hat çêkirin Kurd ne li wê derê bûn. Jixwe peyman li dijî Kurdan hat çêkirin.

Di ser peymana Lozanê re 99 sal derbas bûn. Dema ku ew peyman hat çêkirin Kurd ne li wê derê bûn. Jixwe peyman li dijî Kurdan hat çêkirin. Lê piştî bi 99 salan li wê avahiya ku peyman lê hat îmzekirin, komcivîneke giring û dîrokî pêk hat. Vê carê Kurd li wê derê amade bûn. Tam di salvegera îmzekirina wê peymanê de ev civîn çêbû.

Nûnerên partî û rêxistinên Kurdan li Lozanê bûn. Vê carê biryara xwe bi destê xwe didan. Qedera xwe bi destê xwe destnîşan kirin. Ev kombûn, nîşan dide ku Peymana Lozanê êdî pûç e. Êdî kes nikare li ser navê Kurdan biryaran bide û wan qir bike. Yên qirker û dagirker li ber qedandinê ne.

Ev 99 sal in, bi awayekî fermî qirkirin û dagirkerî li ser Kurdistanê û Kurdan heye. Peymaneke ku Ewrûpiyan amade kir, tevî dewleta Tirk îmze kirin. Lê pêvajoya ku diçe wê peymanê jî giring e. Piştî şerê yekemîn ê cîhanê li Rojhilata Navîn guherînên giring çêbûn. Yek ji wan guherînan jî bi peymana Sykes Picot re hat erêkirin. Ev peyman di sala 1916'an de hat îmzekirin. Bi vê peymanê re Fransa û Ingilistanê Rojhilata Navîn di navbera xwe de parve kirin. Piştî bi çend salan peymana Sevrê hat îmzekirin. Ev peyman jî di sala 1920'an de hat çêkirin. Di encamê de Kurdistan hat parçekirin. Heman salê komara Tirkiyê hat avakirin. Di avakirina komarê de mebûsên Kurd jî hebûn û wekî mebûsê Kurdistanê dihatin binavkirin. Her wiha li meclisa Tirkiyê der barê otonomiya Kurdistanê de pêşnûme-qanûnek di 10'ê Sibata 1922'an de hat qebûlkirin. Lê piştî bi salekê peymana Lozanê hat îmzekirin. Bi vê peymanê re jî statuya Kurd û Kurdistanê ji holê hat rakirin.

Dewleta Tirk destûra bingehîn di sala 1924'an de çêkir û bi vê destûrê re zimanê Kurdan, çanda wan û hebûna wan înkar kirin. Bi destûra bingehîn a 1924'an re bi temamî înkara Kurdan zelal bû. Di salên pey re jî bi sînoran Kurd û Kurdistan perçe kirin. Kurdan li dijî înkar û tinekirinê serî netewandin û riya berxwedanê hilbijartin. Ev berxwedan heta îro jî nesekinî.

Dewleta Tirk tam di salvegera peymana Lozanê de ango 24'ê Tîrmeha 2015'an şerekî qirêj û berfireh li dijî Kurdan da destpêkirin. Armanc bi temamî tinekirina Kurdan bû. Di pêvajoya beriya wê de nîqaşên çareseriyê hebûn û partiya HDP'ê jî cara pêşî benda hilbijartinê derbas kiribû û ketibû meclisê. 80 parlementer şandin meclisê û heta hin wezaret jî xistin destê xwe. Vê yekê siyaseta komara Tirkan a yek ziman, yek al û yek netewê ji holê radikir. Ev yek jî li hesabê dewletê nehat. Ji ber vê yekê jî dest bi şerekî qirêj kirin. Destpêkê hevdîtinên ku li girava Îmraliyê bi Rêber Apo re dihat kirin sekinandin. Polîtîkaya tecrîd û êşkenceyê xistin meriyetê. Heman salê ango sala 2015'an li Pirsûs û Enqerê komkujî kirin. Bi sedan ciwan, şoreşger û welatparêz qetil kirin. Di 24'ê Tîrmehê de jî bi dehan balafirên şer ên artêşa tirk herêmên parastinê yên medya bombebaran kirin.  Xelkê Kurdistanê jî meha tebaxê helwesta xwe ya pêvajoyê bi îlana Rêveberiyên xweser eşkere kir. Bi vî rengî li Bakurê Kurdistanê Havîna 2015an qonaxeke dîrokî destpê kir.

Beriya ku AKP dest bi şerê qirêj bike Rêber Apo sînyalên wê dabûn. Heyeta HDP'ê herî dawî 5'ê Nîsana 2015'an çû girava Îmraliyê. Rêber Apo di wê hevdîtinê de got; dibe ku ev yek cara dawî ya hatina we be. Bi vî rengî heyeta HDP'ê hişyar kir. Ocalan di hevdîtinan de timî digot, "Eger demokratîkbûn nebe, wê mekanîka darbeyê bikeve dewrê." Ev hişyariyên Ocalan ku hikumetê guh nedayê, yek bi yek pêk hatin. Erdogan bi MHP'ê, mafya û çeteyan re hevkarî kir. Rêber Apo gelekî hewl da ku pêvajo nekeve vê astê, lê dewletê guh neda bangên çareseriyê û şer ferz kir. Di vî şerî de Kurdan gelekî berdêl dan û hê jî didin, lê ji ya xwe nehatin xwarê. Kurdan çawa ku polîtîkayên qirêj ên AKP-MHP'ê têk birin, Lozana dagirkeran jî pûç kirin.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.