Li gorî nûçeya KirkukNowê, berdevkê Wezareta Karê Derve ya Iraqê Ehmed El-Sehaf, gotiye ku sefareta Komara Iraqê li Washingtonê, du berhemên girîng ên ji dîrok û rabihuriya Iraqê mane, ji rayedarên Emerîkî wergirtine. Ew van berhemên dîrokî ku du peykerên piçûk in, weke berhemên “kêmdîtî” bi nav dike û dibêje, serdogeriya giştî ya New Yorkê ev peykerên ji hezarsala 4´an a beriya mîladê mane dîtine. Ev berhem ji şûnwara arkeolojî a bajarê Urûrkê di dawiya salên 1990´î de hatiye dizîn.
NAVENDA NÛÇEYAN