Peyam mifteya çareseriyê ye

Şemî 18 Çile 2025 - 03:25

Berdevka Însiyatîfa Nûn a ji bo Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Lubnanî Sewsen Şoman û Zanyara Siyasetê ya Misrê Fernaz Atiye li ser peyama Rêber Abdullah Ocalan a ji 7 xalan pêk tê û tecrîda li ser dewam dike ji ANF'ê re axivîn. Sewsen Şoman, destnîşan kir ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan mijareke girîng e û got:"Rêber Apo di bin tecrîdeke giran de tê girtin. Ji ber ji berxwedan û ramanên Rêber Apo ditirsin, vê tecrîdê pêk tînin. Sedema girankirina tecrîdê hêza Rêber Apo ya berxwedanê û veguherînê ye.”

Hemû gelan hembêz dike

Sewsen Şoman, da xuyakirin ku peyama Rêber Apo a ji 7 xalan pêk tê, paradîgmayeke ku hevgirtina navbera gelan xurt bike dide pêş û got:"Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd pêşniyarên şênber pêşkêş dike. Xalên hatine pêşniyarkirin bi rengekî ku hemû gelan di nava xwe de vedihewîne, hatine formulekirin. Ev yek ji bo civakên di nava kaos, krîz û zilmê de ne, hêviyê çêdike. Eger mîna nexşerêyekê were destgirtin, wê bi kêr berjewendiya gel be. Pêvajoyeke çareseriyê ku her kes cihê xwe di nav de bigire dikare bê avakirin."

Divê hevdîtin dewam bikin

Sewsen Şoman got:"Rêber Apo rêberekî ku hîmên têkoşîna yekbûyî ya gelan û paradîgmaya tevlêker danî ye. Tecrîda ku li dijî hiqûqa gerdûnî û hiqûqa navxweyî ya Tirkiyeyê ye, dike ku diyalogeke saxlem li hawireke ewle çênebe. Mafê hemû kesan e ku şert û mercên jiyanê yên Rêber Apo bizanibin. Li gorî vê yekê, divê ewil hewira xebatê bê başkirin. Divê tenduristî û ewlehiya wî bê berçavgirtin. Divê hevdîtin bi berdewamî pêk bên. Ne tenê heyet, divê hevdîtinên malbat û parêzeran jî neyên astengkirin.”

Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê mînak e

Sewsen Şûman, destnîşan kir ku Rêber Apo projeya neteweya demokratîk weke çareserî û alternatîfeke li dijî polîtîkayên qirkirinê pêş xistiye û got:"Bi mînakên şênber re bi taybetî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê em dibin şahid ku bi vê projeye re gel bi hev re jiyaneke demokratîk û azad dijîn. Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û bicihanîna projeya neteweya demokratîk, çareseriyeke ku feydê li her kesî bike, pêşkêş dike."

Divê şovenîzm bidawî bibe

Fernaz Atiye, jî anî ziman ku Rêber Apo têgihiştineke xurt a demokrasî û wekheviyê diparêze û got:"Di nava hawireke ku şovenîzm lê serdeste de, ne pêkan e ku ji bo pirsgirêka Kurd çareseriyeke mayînde bê dîtin û têgihiştina wekhevî û demokrasiyê di navbera gelan de bê avakirin. Heta ku nêzîkatiyên şoven ji holê neyên rakirin, nepêkan e ku ev pirsgirêk bên çareserkirin. Ji ber vê yekê, şerta pêşî ya pêkanîna edalet û aştiyê, mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye." Fernaz Atiye, behsa girîngiya berdewamkirina hevdîtinan kir û got:"Tecrîda tê ferzkirin ne tenê rewşeke li derveyî hiqûqê ye, di heman demê de nêzîkatiyeke siyasî ye. Eger azad bibe wê planên gelek hêzên komploger vala derkevin û ev yek wê rê li ber veguherîneke berfireh veke. Lê belê tê fêhmkirin ku tecrîd wê bi hêsanî ji holê ranebe; Tirkiye bi vê polîtîkaya tecrîdê re hewl dide gelê Kurd di bin zextê de bihêle."

ANF/NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.