Pêwîstî bi yekîtiyê heye

Şemî 4 Çile 2025 - 02:55

Êriş û dagirkeriya dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bê navber berdewam in. Taybet li derdora pira Qereqozax û Bendava Tişrînê şerek giran tê meşandin. Li aliyê din bang û daxwazên ji bo piştevaniya Rojavayê Kurdistanê û yekitiya tevahî gelê Kurd her ku diçe zêde dibin. Di heman çarçoveyê de hunermend û helbestvanên Silêmaniyê ji Rojnews’ê re axivîn.

Derhênerê Kurd Şiwan Etuf têkildarî êriş û dagirkeriya dewleta Tirk wiha axivî:“General Mazlûm Ebdî li Rojava mînakeke xweş a yekîtî û yek axaftinê nîşanî cîhanê da, lewma ez bang li hemû Kurdan dikim ku ji bo daxwaza mafên xwe bibin yek. Daxwazên gelê Kurd, daxwazên rewa ne. Ji ber ku Kurd neteweyek hatî parçekirin e. Rojava di rewşek giran re derbas dibe. Niha pêwîste hemû hêzên li her çar beşên Kurdistanê bi yekrêziyê piştgiriya Rojava bikin. Weke hunermendekî ez ê bi hemû hêza xwe piştgiriya berxwedana Rojava bikim. Her wiha bang li hemû xelkê Herêma Kurdistanê dikim ku bi rêya madî yan mirovî be, hevkariya Rojavayê Kurdistanê bikin. Li dijî êrişên dewleta Tirk, dengê xwe bilin bikin.” Helbestvan Kawe Hisên jî got:“Li kuderê cîhanê welatiyek me hebe, weke parçeyek ji laşê me li wir beye. Ji ber vê yekê li ku derê bedenê me êşê dikişîne, divê Kurd ji bo dermankirina wê êşê bibin yek. Ji bo wê li gorî hêza xwe bi madî yan jî mirovî divê em piştevaniya Rojavayê Kurdistanê bikin.” Kawe Hisên diyar kir ku divê sîstemek were çêkirin ku hêsankarî ji bo gihandina alîkariya ji xwişk û birayên me yên li Rojava re çêbike û wiha got:“Divê rêyek ji bo gihandina alîkariyan ji Rojava re bê dîtin. Ji ber ku Kurd li her çar parçeyan xwedî heman çarenûsê ne û xwedî heman êşan in. Ji bo wê divê em hevkariya hev bikin.”

ROJNEWS/SILÊMANÎ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.