Pêwendî Mam Celal u Grûpe Iraniyekan

Hesen QAZÎ nivîsand —

În 29 Tîrmeh 2022 - 22:12

  • Ew wexte ew lêpirsrawî Berey Mîlî bû le Rojhelatî Nawerast û be hoy yarmetî êmewe hate 'Iraq û duwayî çû bo Lubnan û înca bo lay Felestînyekan.

Sazmanî Înqîlabî u Kurdistan (135)
Dirêjey wutuwêjî Selah Reşîd legel Mam Celal

Boçî peywendîtan legel grûpe opozîsyonekanî tirî Iranî peyda nekird?

Be hoy ewanewe peywendîman legel (Fîdrasyonî Danişcûyanî Iranî der Xarêcê Kêşwer) [konfêdrasyon duruste, amadekar](3)  peyda kird, ew kate fîdrasyon beşî zorî Sazmanî Înqîlabî bûn, belam cige lewan, xelkî tirîşî têda hebû, wek cema'etî Berey Mîlî û hendê kesî nasrawî tir, yekêkyan pê nasandîn be nawî (Hesenî Masalî) êstaş dostmane û kabrayeke le Elman ejî, wa bizanim duwayî grûpêkî le Iran durust kird û bo perlman xoy  helbjard, derçû, belam qubûlyan nekird. 

Ew wexte ew lêpirsrawî Berey Mîlî bû le Rojhelatî Nawerast û be hoy yarmetî êmewe hate 'Iraq û duwayî çû bo Lubnan û înca bo lay Felestînyekan. Le paşan da komelêk hatin pêyan egutin (grûpî Felestîn), grûpî Felestîn ewane bûn, eyan wîst biçin bo Felestîn, le Iranewe hatbûn ke bên bo lay ême û le lay êmewe biyannêrîn bo Felestîn, ewe bû le rêga gîran û hendêkîman rizgar kirdin û hendêkyan bê ser û şwên bûn. 
Ewey rastî bêt, ew kate ême waman naw der kird bû ke hêzêkî çeprewî dijî şayn leber ewe zorbey hêzî dij be şa rûy ekirde ême.

Ew kate şa îmam Xumeynî der kirdbû, ewîş le necef nîştecê bû, aya peywendîtan le gellîda hebû?

Ew kate peywendîman nebû, Iranyekan hatin u basî ayetula Xumeynîyan bo ekirdîn, ew kate ayetula Xumeynî le Necef bû, ême şitêkî ewtoman le ser nedezanî, ta Sazmanî Înqîlabî û Hesenî Masalî hatin û pêyan rageyandîn ke Xumeynî rohanîyekî wa gewre û berêz û înqîlabye û zoryan medh kird.

Ewan hewalî ewanyan le rojnamey xoyan da bilaw ekirdewe, min zor çakim le bîre be hoy Hesenî Masalîyewe, peywendîman kird be Seyd Mistefay kurî Xumeynîyewe ke lewê şehîd kira (4), carêkîş Seyd Mistefa hat bo Bexda û lewê bînîm û qiseman kird û  we'dim pêda ke ême amadeyn bo hawkarî kirdinyan, eger xelkyan dewê tedrîbyan pê dekeyn, yan boyan binêrînewe bo dîwî Iran, ewe sereta bû bo durust kirdnî peywendî legel îmam xumeynî da.

Ew kate le 'Umanîş bizûtneweyek hebû, legel ewanîş peywendîman peyda kird. Le 'Uman hîzbêk peyda bû be nawî (Hizb al-’Umal al-Yemînî) ewanîş 20 – 30 kesyan hatin bo laman û tedrîbman pê kirdin û çekman danê bironewe le Cebel Exzer şoriş helgîrsênin û hawkarî cema'etî Zufar biken.

Duwayî Dr. Kurişî Laşayî çûwe lay ewan, wek kirêkarêkî Iranî karî ekird, çunke ewan 'adetêkyan hebû, eçûn xoyan ekird be kirêkar û karyan ekird, ewe bû duwayî Laşayî gîra û le zîndan ruxa  û, çûwe ser telefîzyonî Iranî. Em grûpe karîgerî fîkrî zoryan le ser ême hebû, derbarey bilaw kirdnewey bîrubawerî Maotsêtung, çend wutarêkyan le govarî Rizgarî da bilaw kirdewe, zurbey wutarekan Dr. Îbrahîm eynûsî, nawe rastyekey Dr. 'Elî Sadiqî ye, binemalekey be regez Kurdî Xorasanin, ewane komelêk biray têgeyiştû bûn, wextî xoy hemûyan le derewe xwêndbûyan û birayekî duktorêkî nawdarî dile û xoşî duktorî fîzîkî etomî bû.

Dr. Îbrahîm witarekanî be Farsî enûsî û Newşîrwan Mistefa tercemey ekird bo Kurdî  û le govarî Rizgarî bilaw debûwe, çend witarêkî têda nûsî, wata govarî Rizgarî ew serdeme, take govar bû le 'Iraqda, be aşkra boçûnî  çepî têda bilaw ekrayewe.

Wextî xoy min û Newşîrwan pêkewe çûyn bo lay 'Ebdula Selum Elsamerayî, bo ewe rêgaman bidat, govarêk der bikeyn, belam reqabe hebû, Newşîrwanîş gutî: “Wela reqabey le ser bê min naykem”! 'Ebdula Selumîş gutî: “Biro qeynaka xot wekîl be, reqabeman nawêt”, Şazad Saîbîş bû be sernûserî govareke ke be (Rizgarî) nawî derkird. (5)
Ew grûpe dewryan hebû le durustkirdnî peywendî ême û Çîn û hewlyan da ke ew peywendîye qûl û tund bê.

Peywendî ême legel ewan baş bû, zor car Azad Hewramî te'lîqêkî hebû eygut: “Min geyiştûmete ew qena'etey ke Mam Celal biçête qutbî şîmalîş, biraderanî Sazmanî Înqîlabî, eçin û du çadrî beramber hel eden û le gelî da emênnewe".

Duway şorişî Iranîş, beyinman zor baş bû, le salekanî hefta da, min le Beyrût bûm zor hewlim bo dan û be Felestînîyekanim nasandin, le lay Dr. Corc Hebeş û Nayîf Hewatime û hemû hêzekanî Lubnan û le paşan da be Lîbîyekanîşim nasandin.

Min zorbey hêzî berberekanî Iranim be Lîbîyekan nasand, heta Hesenî Masalî ke be nawî Berey Mîlîyewe karî ekird, min birdim bo Lîbîya. 

Her weha Mucahîdînî Xelqîşim be Lîbyekan nasand, belam ewe bû Mucahîdîn bûn be dû beşewe, beşe  Marksiyeke grûpî (Peykar)yan durust kird, her weha min zawakey îmam Xumeynî (ayetula Îşraqî) îşim be Lîbyekan nasand.

Heta carêkîş le Lîbya dayanewe be çawî Muhemedî Muntezrî da, gutyan êwe cema'etêkî bêwefan legel Yekêtî Nîştmanî da, hemû ew yarmetiyaney ke le êmetan wergirtuwe, hemûy be hoy em zatewe bûwe, destyan bo min rakêşa ke lewê danîştbûm, gutyan: “Ew Mam Celale hate lay ême û basî êwey kird û gutî ayetulay Xumeynî zatêkî gewreye û êwey be ême nasand, keçî êweş êsta wa mameley legel da eken".

Dirêjey heye...

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.