Pevçûnên di bin çerm û serî de!

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 24 Çile 2023 - 04:33

Ruhê insan carna bi mêjûyê insan re li hev nake û ji ber vê, gelek caran nakokî derdikevin holê. Her wiha sergêjî û aloziya bi insanan re jî bedena insan diwestînin û carna ji ber van aloziyên hundirîn, mirov tevlîhevtir dibin û bi mêjûyê xwe re pevdiçin. Hunermendê Spanî, David de la Mano bi peykerê xwe yê darîn xwestiye bala xelkê bibe ser vê meseleyê û peykerekî bi navê “Under the Skin” (di bin çermî de) çêkiriye. 

Peykerê David de la Mano li Parlamena Ewrûpayê di çarçoveya pêşangeheke li ser “mafê mirovan” de tê nîşandan. Wî, di vî peykerê xwe de serê jinekê nîşan daye ku di nav serê wê de gelek bûyer û pêvçûn diqewimin. Jixwe, serî jî weke sîtavekê tê xuyanê û Mano di nav serî de gelek bûyer xêz kirine bi boyaxê. Yanî ew gelek mijaran bi hev re tenê di seriyekî insan de bi cih dike û ji bo vê yekê jî ji rabihuriya xwe sûd werdigire. Wî ji bo peykerê xwe rengên spî, reş, û gewr û cûn bi kar anîne û heta jê hatiye bi awayekî minîmal pevçûnên di serê insanî de şirove kirine.

Dema mirov bala xwe dide peyker, çend tebeqe hene ku xwe nîşanî me didin û her tebeqeyek bi rengekî hatiye vegotin. Yanî peyker ji rengê reş ber bi rengê spî ve reng diguhere. David de la Mano ji bo peykerê xwe got; “Çermê ku ez bi riya peykerekî şirove dikim, behsa rewşa mirovahiyê, civak û pevçûnên şexsî dike.” Ji dûr ve kêm kes dizanin bê ka di serî de çi diqewime, lê dema mirov xwe nêzî peyker bikin û baş binihêrin, dê pêvçûnên di serê peyker de diqewimin, baştir bibînin û li ser van tebeqeyan bifikirin.

Rûyê peykerê Mano, tiştên ku di serê wê de diqewimin nîşan nade, yanî ev yek li gorî xelkên ku li peyker dinihêrin diguhere, ji derve ber bi hundir û ji hundir ber bi derve ve du şiroveyên sereke derdikevin holê û Mano jî dixwaze xelk bi vî awayî pevçûnên di serê insanan de şirove bikin. Ji ber ku di her tebeqeyekê de bûyerek heye û pirsgirêkên di serê peyker de kûrtir dibin. Peyker bi gelek hûrgiliyan hatiye sêwirandin û her hûrgiliyek tiştekî vedibêje.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2023 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.