Pêvajoya herî xeter e

Sêşem 25 Cotmeh 2022 - 03:04

  • ''Xeteriya vê komê gelek mezin e, bi nêrîna me ev êrîş û tevliheviya ku Efrînê amadekariyeke ji bo êrîşbirina ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi taybet Til Rifat û Minbicê ye û dixwazin ji nû ve DAÎŞ’ê zindî bikin.’’ 

CEMÎL EBDO/ANF/ŞEHBA 

 

Li Sûriyeyê di 11’ê Cotmeha 2022'an de ji alî HTŞ'ê (Heyet Tahrir el-Şam-Şaxê rêxistina El Qaîde li Sûriyê) pêngaveke nû li herêmên dagirkirî dest pê kir. HTŞ ku hefsarê vê di destê dewleta Tirk de ye ragihandibû13’ê Cotmehê Efrîn ketiye bin kontrola wan.

Rojnamevan Egîd Roj diyar kir ku HTŞ’ê bi piştgiriya Rûsyayê kariye Efrînê dagir bike û da zanîn ku xeteriya HTŞ'ê li ser hemû bajarên Sûriyeyê hene. Her wiha Roj anî ziman ku ev dem ji bo gelê Efrînê yê ku 5 sal in li Şehbayê li ber xwe didin pêvajoya herî xeter e.

Roj di destpêka axaftina xwe de rewşa li herêmê nirxand û wiha got: "Di 11’ê Cotmeha 2022'an de pêngaveke nû li herêmên dagirkirî dest pê kir. Ev pêngav bi ketina HTŞ'ê dest pê kiriye. Tevliheviya heyî, ji navçeya Cindirêsê ya li rojhilatê bajarê Efrînê dest pê kir û ber bi navenda bajara Efrînê û gelek gund û navçeyên din de 9 rojan berdewam kir. Her wiha gelek koman nerazîbûna xwe li hemberî ketina HTŞ'ê ji Efrînê re nîşan dan. Di encamê de ji ber di navbera HTŞ û îstîxbarata Tirkiyeyê de lihevkirin çêbûbû ev kom hem ji aliyê HTŞ'ê hem jî ji aliyê Tirkiyeyê ji lewaz ketin. Di nav 8 rojan de HTŞ'ê karîbû ji sînorên navçeya Cindirêsê heya gundê Kefer Cenê yê girêdayî navçeya Şera kontrol bike, her wiha roja dawî heya navçeya Bilbilê çûn. Li hemberî vî tiştî, qebûlnekirinek di nava gelê bajarê Ezazê û herêmên din de derketin holê. Ji ber ku hewl didan derbasî bajarê Ezazê jî bibin. Lê ji ber di daxuyaniya hêzên Emerîkî de hat ragihandin ku pêwîst e hêzên HTŞ'ê ji herêmên nû yên kontrol kirine derkevin. Pêşketinên HTŞ'ê di gundên Kefer Cenê de sînordar ma."

Efrînê ji xwe re dike weke çeperekî ji bo parastinê

Roj di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: "Jixwe yek ji armancên vê tevliheviyê ew e ku, dewleta Tirk dixwaze hin komên ku destê wan di xwepêşandanên gel de hene ji holê rake û çalakbûna wan lewaz bike. Her wiha gelek komên ku niha HTŞ'ê şerê wan dike, rûyên wan yên veşartî heye ku destê wan gelek kiryarên qetlîam, asîmîlasyon, guhertina demografiya herêmê hene. Dema ku Efrîn ji aliyê wan koman û bi piştgiriya Tirkiyeyê ve hat dagirkirin diyar bû ku wan koman çiqasî talan kirine û hin jî dikin. Ji ber vê Tirkiye her tim dibêje, herêmên ku niha di destê min de ne bi ewle ne. Li kêleka vê armanca wan ev e ku bi operasyona li Efrînê ji xwe re weke çeperekî ji bo parastinê bidin avakirin û ev jî encax bi destê HTŞ'ê dikarin bidin avakirin.

 

Ji bo êrîşbirina Til Rifat û Minbicê 

Xeteriya vê komê gelek mezin e, bi nêrîna me ev êrîş û tevliheviya ku Efrînê amadekariyeke ji bo êrîşbirina ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi taybet Til Rifat û Minbicê ye û dixwazin ji nû ve DAÎŞ’ê zindî bikin. Bi alîkariya QSD'ê û koalisyona navdewletî gelek rayadarên DAÎŞ'ê hatin kuştin, li kêleka van jî bi avabûna Cebehet El-Nûsra ango HTŞ'ê niha gelek qetlîamên li ser xelkê herêmê bi xwe re anî. Her wiha gelek fermandarên wan ku berê di nava DAÎŞ'ê de bûn niha di nava HTŞ'ê de bi cih bûne û dîmenên wan hatin dîtin.''

 

Li hev kirine

Egîd Roj diyar kir ku di navbera Tirkiye, Rûsya, Emerîka û hikumeta Sûriyeyê de lihevkirinek heye û got: “Di hevdîtinên di navbera Enqere û Sûriyeyê de qebûlnekirina opozîyonê çêbû. Weke ku tê zanîn ên herî zêde li ser xaka Sûriyeyê hikumeta Şamê qebûl nakin, opozîsyon in. Ji bo vê dema hevpeymana Sûriye-Tirkiyeyê hat çêkirin opozîyon li dijî vê yekê derket. Piştî wê jî ji ber nerazîbûna gelek bajarokên Bakurê Sûriyeyê yên di bin serweriya dagirkeriya Tirk de li ser van hevpeymanan bi awayekî demkî hevdîtinên Enqere û Sûriyeyê hatin sekinandin."

 

Armanca Rûsyayê çi ye?

Roj derbarê hedefgirtina Rûsya ya ji navenda Feyleqa Sêyem a li gundê Kefer Cenê wiha peyivî: "Dewletên mezin di raya giştî de xwe weke li dijî terorê nîşan didin, lê ên ku qada hewayî daye dewleta Tirk û hiştin derbasî herêmên Sûriyeyê bibin, Rûsya ye. Her wiha dema Tehrîr El Şam dixwest derbasî nav gundê Kefer Cenê biba balafirên Rusya ji wan re rê vekirin, ev nîşan dide ku Rûsya piştgiriya terorê dike. Di vir de pirsa ku tê bîra mirov, gelo Rûsya amadekariya operasyoneke ji bo Efrîn dike ango dixwaze bi hikumetê re bajarên dagirkirî ji dagirkeriyê derbixe?”

 

Berjewendiyên wan ên siyasî hene

Roj da zanîn ku Tehrîr El-Şam li Efrînê dixwaze qelafa xwe biguherîne û wiha domand: "Emerîka jî dide xuyakirin ku li dijî terorê şer dike, lê ew jî pêngavek e; ji ber ku gelek caran li ser serçeteyên DAÎŞ’ê bi destekdayîna QSD’ê li herêmên dagirkirî operasyon hatin destpêkirin û ew serçete hatin kuştin. Lê ji berjewendiyên wan ên leşkerî bêhtir berjewendiyên siyasî hene, ji ber ew dixwazin di herêmên dagirkirî de van koman bi dawî bikin. Komên hene jî siyaseta wan dewletan weke Emerîka û Tirkiye nas kirine û dîtin ku ew bûne qurbaniya siyaseta wan. HTŞ hê jî di Efrînê de ye û bi tenê tenê qilifê xwe guhertine.

Xeteriya HTŞ'ê li ser hemû bajarên Sûriyeyê hene, bi taybet gefên wan li ser herêmên Bakurê Sûriyeyê hene. Ji aliyê dewleta Tirk ve li ser xelkê penaber ku cih û warên wan hatine dagirkirin û bi taybet li ser Efrînê re şerê taybet dimeşîne. Dewleta Tirk beriya salvegera Lozanê dixwaze ji her kesî re bide nîşandan ku di herêmên dagirkirî bi taybet li Efrînê de aramî heye."

Di dawiyê de rojnamevan Egîd Roj got: “Divê gelê me neyên lîstokên dewleta Tirk û komên girêdayî wê. Ji ber ku li gorî berjewendiya dewleta Tirk kijan kom baş be wê di herêmê de bi cih dike. Yên ku xwestin vê tevliheviyê têk bibin Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) ye, bi çalakiyên xwe ji raya giştî re didin xuyakirin ku Efrîn ya gelê Efrînê ye û ne ya ti kesî ye.” 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.