Pêşî mirov û niha xwezayê enfal dikin

Nûçeyên Jiyan/Civak

Pêncşem 11 Mijdar 2021 - 23:20

  • Li Helebceyê bi pêşangehekê birîna darên li Behdînanê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hate nîşandan. 

Li Helebceyê bi pêşangehekê birîna darên li Behdînanê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hate nîşandan. Şêwekar Bekir Ebdulrehman got, doh mirov dihatin enfalkirin, îro jî darên Kurdistanê tên enfalkirin.

Dewleta Tirk a dagirker ji 23 Nîsana 2021’ê ve êrişeke berfereh dibe ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û Başûrê Kurdistanê. Berxwedana gerîla ya dijî dagirkeriya Tirk dewam dike. Dewleta Tirk li rex êrişan, xwezaya Kurdistanê jî talan dike. Dewleta Tirk bi çeteyên xwe re heta niha li Behdînanê bi sedan ton dar birrîne û wan daran dibe Tirkiyeyê.

Li nav avahiya rêveberiya Rewşenbîrî û Hûnerî ya Helebceyê, şêwekar Bekir Ebdulrehman bi pêşangeheke wêneyan, bal bire ser vê talankirina daristanên Behdînanê.

Bekir Ebdulrehman ji bo armanca xwe got; “Dema darên Kurdistanê ji aliyê rejîma Tirk ve hatin birrîn, hat bîra min ku carekê mirov li vê xakê hatin enfalkirin û niha jî jîngeh tê enfalkirin. Dixwazim ciwan bizanin ku jîngeha Kurdistanê tê talankirin û bila agadar bin. Di nava tabloyên xwe de min xwestiye peyamekê bidim dayik û bavên zarokan jî. Divê dayik û bav, zarokên xwe wisan perwerde bikin ku bizanin dara azadiyê bi xwînê neyê avdan, ber nagire.”

ROJNEWS/HELEBCE

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2021 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.