Pêşî îdareya navxweyî

Nûçeyên Dosye

Pêncşem 24 Kanûn 2020 - 05:59

  • Sernivîskarê KirkukNowê Salam Omer li ser siyaseta PDK´ê ya beramberî Kerkûkê û deverên din ên dikevin ber madeya 140´î ya destûra Iraqê got, PDK bi israra peymaneke weke ya Şengalê dixwaze tenê xwe serketî nîşan bide. Wî hêviya xwe ji aliyên Kurd ên Başûr biriye û dibêje, çareserî bi rêveberiyên navxweyî yên navçeyan wê bibe.

REWŞAN DENÎZ

Salam Omer, sernivîskarê malpera KirkukNow e. KirkukNow nexasim jî li ser deverên dikevin ber madeya 140´î ya Destûra Iraqê nûçe, nivîs, hevpeyvîn û analîzan diweşîne. Em pê re li ser siyaseta PDK´ê ya elaqedarî van deveran peyivîn û nexasim jî li ser hewldanên wê yên ji bo mohrkirina peymaneke mîna ya li dijî Şengalê, ji bo deverên din û tesîreke wê ya muhtemel me guh da wî.

Li ser pêşniyaza mohrkirina peymaneke weke ya Şengalê li ser Kerkûkê, Salam Omer got, "Kerkûk cihekî welê ye ku lê tesîra PDK´ê nîne, ew cihê tesîra YNK´ê ye. Her rêkeftineke bi hikûmeta navendî re tenê bi PDK, yan jî YNK nabe. Tirkmen hene, Ereb hene. Kerkûk ne mîna Şengalê ye, babeteke xisûsîtir e. Girîngiya wê ya navdewletî ya mezin heye. Ji ber wê jî hewldanên PDK´ê tevî ku li ser navê hikûmeta Herêmê ne jî, pirraniya xelkê Kerkûkê jê ne razî ne. Naxwazin ya ku ji bo Şengalê kirî dubare bikin li Kerkûkê. Heta wezîrê navxweyî li ser mijarê got, divê ne weke Şengalê, lê bi awayekî li nava Kerkûkê mesele bê helkirin. Jixwe xelkê nava Kerkûkê jî gelekî alîgirê diyalogê ye."

PDK dixwaze xwe serketî nîşan bide

Ji bo sedema israra PDK´ê jî, Salam Omer dibêje, "Bi ya PDK´ê, Kerkûk dagirkirî ye, yanî hikûmeta navendî Kerkûk dagir kiriye. Ji ber wê jî, çaxê vegeriya, dixwaze bi şêwazekî ji şêwazan weke serketî vegere; yan jî karibe weke serketin vê nîşan bide. Ev ê hemû demeke dirêj bikêşe, gelek mesele hene. Hikûmeta Herêma Kurdistanê ne hikûmeteke hevgirtî ye. Di nava kabîneyê bi xwe de îxtîlaf gelek e. Axir hikûmet a PDK´ê ye. Niha dixwazin gava ku vegerin, peymanek hebe da ku karibin ji bo xwe bêhtir behsa wê bikin."

Li ser pirsa gelo mirov dikare bibêje, PDK dixwaze madeya 140 betal bibe, Salam Omer got, "Nexêr. Lê belê bi şêwêyekî giştî, awayê miamelekirinê yê PDK, û hemû partiyan miameleyeke şaş e. Ji ber ku partiyên Kurd dixwazin bi rengê ku pê Hewlêrê bi rê ve dibin dixwazin Kerkûkê bi rê ve bibin. Hikûmeta Federal jî ji ber wê Kerkûk dagir kir. Ji ber wê jî miamelekirina bi deverên nakokî li ser wan û Kerkûkê re aql û stratejiyeke siyasî ya cihê jê re divê."

Îdareya navxweyî

Ji bo, ka gelo, nebûna yekhelwêstiyeke aliyên siyasî yên Kurd li deverên nakokî li ser wan, tesîreke xirab dike yan na sernivîskarê KirkukNowê Salam Omer dibêje, "Rewşa van deveran çawa xirab e; deverên ku Kurd li nînin, rewşa wan xirab e. Hem di warê aborî de û hem jî di warê ewlehiyê de jî. Lê miamelekirina aliyên Kurd bi civakên Tirkmen, Ereb weke li Herêma Kurdistanê, rewşa wan xirab dike. Rewş jî wê baş bibe, gava ku hikûmeta Kurdistanê û hikûmeta federal li gorî destûra bingehîn alîkariya hev bikin ji bo helkirina pirsgirêkên li van deveran. Divê îdareya herêmî bê dirûstkirin heta ku bi rêya destûrî pirsgirêk bê çareserkirin. Yanî pêşî bi xelkê, bi polêsê navxweyî rêveberiya navxweyî îdareyek hebe û paşê siberojê biryarek li gorî destûrê bête dayîn."

Aliyên Kurd ne demokrat in

Li ser tesîreke muhtemel a civaka sivîl li ser hikûmeta Kurd û partiyên Kurd jî ew nemana hêviya xwe ji aliyên Kurd îfade dike: "Min bi xwe hêviya xwe gelekî biriye ji alî û partiyên Kurd, ji ber ku ne demokrat in, azadiya rojnamevanî li cem wan nîne û guh nadin xelkê sivîl, guh nadin xelkê navçe û deveran. Bi min wa ye ku têkiliya xelkê van navçeyan bi hizbên Herêma Kurdistanê û hikûmeta wê ne peywendiyek e baş e."       

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.