Pêşengiya azadiyê 

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 21 Gulan 2024 - 18:15

  • Tabloyê “Azadiya ku ji xelkê re pêşengiyê dike” yê Eugene Delacroix ku ev 200 sal in bûye sembola azadî û têkoşînên li dinyayê, ji hêla Muzeya Louvre hate restorekirin. Tablo bi halê xwe yê nû niha li benda serdêran e.

Fransa bi şoreşên xwe navdar e. Nexasim jî Parîs navenda van şoreşan e. Di 14’ê Tîrmeha sala 1789’an de azadîxwaz û şoreşgeran bi ser Hepsa Bastille de girtin ku desthelata Qraltiyê temsîl dikir. Ev bi serda girtin di heman demê de weke destpêka Şoreşa Fransayê jî tê zanîn. Jixwe paşê hepsa weke kelehê tê hilweşandin û ji kevirên wê Hepsa Bastille “Pira Concorde” tê çêkirin ku niha jî ev pir li ser Çemê Sen’ê disekine. Şoreşa Fransayê her çiqas bi ser bikeve jî piştî demekê dîsa desthelatdar tên ser kar û şoreş têk diçe. Di sala 1830’yî de ji bo qraliyetê têk bibin dîsa serhildanên bi navê “Rojên Tîrmehê” pêk tên û gelek bûyerên siyasî diqewimin. Di van salan de Parîs navenda bûyerên siyasî û civakî ye. Ji lewma bajarekî girîng e ji bo Ewrûpa û her wiha hemû dinyayê. 
Muzeya herî afirîner û navdar a Fransayê Louvre bi koleksiyona xwe ya mezin tê zanîn. Di nav koleksiyona muzeyê de hin berhemên ku Şoreşa Fransayê temsîl dikin jî hene. Muzeyê di van mehên dawî de gelek ji van berheman restore kir û niha ji nûve nîşanî xelkê dide. Yek ji van tabloyên ku ji nû ve hatiye restorekirin jî tabloyê bi navê “Liberty Leading the People” (Azadiya ku ji xelkê re pêşengiyê dike) yê Eugène Delacroix e. Delacroix di vî tabloyê xwe de Şoreşa ku di sala 1830’an pêk hatibû bi rengên zindî nîşan dide.
Delacroix romantîkek bû ku di bin tesîra Neoklasîzmê de mabû. Teswîrên wî jî di bin tesîra vê bizava hunerî de diman. Ew di sala 1789’an de tê dinyayê. Yanî ew di dema Napolyon de dijî ango piştî Şoreşa Fransayê. Gava Delacroix di sala 1815’an de ciwan e Napolyon rojên xwe yên dawî li sirguniyê dijî. Piştî Napolyon ji ser text tînin xwarê vê carê Xanedaniya Bourbon dibe desthelat û şerên li hember vê xanedaniyê dest pê dikin. Wî zemanî gelek belavok dihatin belavkirin li hember desthelatiya nû û xelk ji xanedanên nû nerazî bû. Ji lewma piştî hatina Xanedaniya Bourbon hin azadî û rêgezên mirovahiyê ku di dema Şoreşa Fransayê de hatibûn bi dest xistin dihatin binpêkirin. 

Şoreşê dide xuyakirin
Li ser van tiştan Fransiyan careke din li hember deshelatdaran li ber xwe dan û serî rakirin. Piştî serhildanan qewimîn sê roj bi şûnde Kral X. Charles ji ser textê wî kirin û ji dêvla wî kesekî dijberî xanedaniyê peywirdar kirin. Delacroix jî gava tabloyê xwe yê “Azadiya ku ji xelkê re pêşengiyê dike” çêdike ji van bûyer û serhildanan bi bandor dibe. Di tabloyê wî de jineke bi navê Marianne weke pêşenga azadiyê derdikeve pêş ku di destan de ala Fransayê heye. Ev jinik bi cilûbergên xwe yên neo-klasîk fîgûreke balkêş e û xelk ji vê fîgûrê gelekî hez dike. Li paşxaneya vê fîgûra jin komek insanên ku ji bo azadiyê şer dikin hene. Piştî çend sal di ser çêkirina vî tabloyê de buhirîn Delacroix ji bo tabloyê xwe gotibû; “Min di vî tabloyê xwe de babeteke nûjen neqand. Ez vî tabloyê jî weke barîkatekê dinirxînim. Her çend ez wan salan ji bo welatê xwe tevlî van serhildanan nebûbim jî dikarim bibêjim ku min bi resmê xwe serhildanê nîşan da. Ev ji bo min moreleke baş bû.”

Bi halê restorekirî li benda serdêran e
Muzeya Louvre tabloyê Delacroix di sala 1831’an de dikire û heya îro li muzeyê diparêze. Lê piştî salan hin boyax û fîgûrên li ser tablo jê çûbûn. Yanî rengên ku Delacroix bikaranîbûn winda bûbûn. Ji lewma jî muzeyê di sala 2023’an de biryar da ku tablo ji nû ve restore bike. Piştî ku tablo bi teknolojiyeke nûjen hete restorekirin gelek hûrgiliyên li ser tablo baştir hatin xuyakirin. Di 2’ê Gulana 2024’an de tablo bi awayekî restorekirî li muzeyê hate daleqandin û niha bi halê xwe yê nû li benda serdêran e. 

Sembola bi hêz a azadî û têkoşînê
Rêvebirê Beşa Resman ê Muzeya Louvre Sebastien Allard ji bo tabloyê Delacroix got; “Ev tablo her çiqas beriya 200 salî hatibe çêkirin jî hîna jî xwedî hêzeke mezin e. Her wiha ev tablo li gelek deverên dinyayê bû sembola azadî û têkoşînê. Li gor rewşa siyasî, civakî û çandî her tim xwe nû kir û di vî warî de bû berhemekî tekane. Bi restorekirina vî tabloyê re ji nûve me ev hêz û sembola azadiyê kifş kir.” Sebastien Allard da zanîn ku tabloyê “Azadiya ku ji xelkê re pêşengiyê dike” parçeyekî girîng ê dîrok û çanda Fransayê ye û serê xelkê Fransayê bi vî tabloyê her tim bilind e. NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.