Pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan û yek ji avakara PKK’ê Sakîne Cansizê di fuara kitêban a paytexta Ekwatorê Quitoyê hatin nîşandan. Ji ber bi rasthatina Newrozê li fuarê Newroz jî hat pîrozkirin.
Fuara 3 rojan îsal ji ber taviyên biharê li navenda çandê ya El Utero hate organîzekirin.
Îsal ji ber pandemiya Covid-19'ê di Fuarê de nivîskar ne amade bûn.
Îsal pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan û Sakîne Cansiz a 9’ê Çileya 2013’an li Parîsê hatibû qetilkirin jî gihiştin xwînerên li Ekwatorê.
Li navenda çandê ya ku fuar lê hate kirin, ji bo protestokirina tecrîdkirina Rêberê Abdullah Ocalan û daxwaza azadiya wî ya fîzîkî, afîş hate hildan.
Ji ber rasthatina Newrozê jî li qada çandê ya Quitoyê agir hate dadan û govend hate gerandin.
QUITO