Şêwekar Kivan Barzanî di pêşengeha xwe ya li Hewlêrê de portreyên navdarên Kurd çêkirine. Zanîngeha Polîteknîk ya Hewlêrê ji bo Kivan Barzanî bû alîkar û wî li “Galerî Medya” ji bo berhemên xwe pêşangehekê lidar xist.
Di nav van portreyan de rewşenbîr, nivîskar, helbestvan û siyasetmedarên Kurd hene. Navê hin portreyên ku di pêşangehê de cî digirin wiha ne; Hejar Mukriyani, Musa Anter, Ebdulkerim Muderis, Cegerxwin, Mesture Erdelani, Feqiyê Teyran, Melayê Cizîrî,
Ehmedê Xanî, Elî Herîrî, Ereb Şemo, Pîremêrd, Dildar, Mehewî, Hepsexanî Neqîb, Hecî Qadirê Koyî.
NAVENDA NÛÇEYAN