Perwerdeya hunera Kurdewarî

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 23 Tîrmeh 2024 - 00:58

XURBET TALLÎ / ANF / MEXMÛR

Akademiyek li ser navê Şehîd Serhed di 1’ê Hezîrana îsal de li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) hatiye vekirin. Di vê akademiyê de dewreyek ya perwerdeya enstrumanan li ser navê Şehîd Devrim hatiye destpêkirin. Mamoste û Xwendevanên vê dewreyê têkildarî perwerdeya xwe axivîn û banga xwedî derketina li çand û hunera Kurdewarî li gelê Kurd kirin. Mamosteya Gîtarê Helena Hilalî got:’’Di biniya vê Akademiyê de gelek projeyên me hene, wek şano, govend, stiran û hwd. Perwerdeya ku li vêderê tê dayîn, ne wek qursekî 3-4 mehî ye, wê bi awayekî berdewam bên dayîn. Hêjmara xwendevanên me bi du koman girtiye dest, ji ber ku xwendevanên koma duyem temenê wan biçûke fêrkirina wan hinekî zehmete. Her yek ji wan koma heftiyê sê rojan tên dersê, li rûxmê ku pir germe jî lê mereqa zarokên wargehê ji bo çandê heye. Li vêderê armanca me ne tenê fêrkirina enstrumanan e, fêrkirina çand û exlaqê Kurdewarî ye ku bav, dayîk û kalên me heta roja îro anîn, parastin û domandin. Her wiha em di aliyê îdeolojî de jî xwendevanên xwe rêxistin dikin.”

Divê çanda Kurdewarî tine nebe

Mamostayê Tembûrê Cemal Hemkî jî got: “Ez perwerdeya Sazê didim 38 xwendevanan. Armanca me ew e ku em wan bigihîn astekî wisa ku bikaribin di dema pêş de perwerde bidin. Di biniya akademiyê de perwerdeya Saz, Rîtîm û Gîtar heye. Yek ji armanca me ya sereke ew e ku em li vê derê sîstemekî wek orkestra bidin meşandin. Weke mamostayek ê Akademiya Şehîd Serhed banga min ew e ku hemû ciwanên Kurd li çand, ziman, urf û adetên xwe yên civakî xwedî derbikevin”

Xwendevana bi navê Dûygû Benek ku waneya gîtarê dibîne jî wiha behsa perwerdeya xwe dike:“Ez waneya Gîtarê dibînim. Banga min ji bo hemû ciwanên wargehê ew e ku hem li Navenda Stêra Zêrîn û hem jî li Akademiya Şehîd Serhed dest bi perwerdeyê bikin.”

Xwendevana bi navê Xurbet Arzû ku waneya Sazê dibîne, wiha dibêje:“Ez gelek kêfxweşim ku hatime akademiyê, lêxistina sazê ji bo min wekî terapiyekê ye ji ber wê ez naxwazim dest ji sazê berdim. Li vê derê hem çand û hunera Kurdî tine nabe û hem jî ez xeyalê malbata xwe pêk tînim. Li wargehê ruxmê ambargoya heyî fêrbûna Saz, Gîtar, Erbane û hwd şansekî herî mezine. Banga min ji bo hemû zarokên Kurd ew e ku ji bo çanda Kurdewarî tune nebe xwe fêrî çand û hunerê bikin.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.