‘Perperîka Picasso’ yan jî berhema xwezayê ya hunerî

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 23 Çile 2024 - 03:25

Li ser rûyê dinyayê gelek perperîkên rengo rengo hene. Yek naşibe yeka din. Lê di nav wa de yek heye ku bi navê “Baorisa hieroglyphica” tê zanîn. Ev perperîk her wiha bi navê “Picasso” jî tê zanîn. Xêz û rengên razber ên li ser perê perperîkê kirine ku pispor vî nav lê bikin.

Ev perperîk her wiha yek ji berhemên herî xweşik ên hunerî yên xwezayê jî tê qebûlkirin. Ev perperîka ku bi navê Picasso tê zanîn herî zêde li Bukurê Hindîstanê û Rojhilatê Asyayê dijî. Kovara bi navê Smithsonian vê perperîkê di nav “kêzikên herî balkêş ên dinyayê” de dibîne. Perên wê eynî weke tabloyeke nûjen tên xuyakirin. Ji ber van xêz û rengên nûjen hin kes dibêjin ku ew tabloyên Joan Miro, Vassily Kandinsky jî tînin bîra xelkê. 

Hunermend û etîmologê Ingilîzî Frederic Moore di sala 1882’an de ev perperîk kifş kir. Ji ber xetên li ser perên wê dişibiyan hin hîyeroglîfên Misrî, serê ewil jê re gotin “Baorisa hieroglyphica” lê bi wextê re ev nav guherî û weke “Perperîka Picasso” hate bibîranîn. 

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.