Pergala Tecrîdê ya Îmraliyê

Sêşem 22 Sibat 2022 - 22:21

  • ‘’Sala 2021’ê bû sala herî giran a tecrîdê ku me tu xeber ji Rêber Ocalan û miwekîlên xwe yên din negirt. Ji 25’ê Adara 2021ê heta bi niha me tu xeber ji wan negirtiye, pêwendiya wan bi der ve re bi temamî hatiye birîn.’’

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê, derbarê binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê ku Rêber Abdullah Ocalan lê girtî yê, bi navê "Rapora Tespîtê ya Sala 2021'an a Îmraliyê" raporeke berfireh amade kir. Buroyê, rapora xwe li avahiya Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Stenbolê bi civîneke çapameniyê aşkera kir. Endama Lijneya Rêveberiya Şaxa Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) ya Stenbolê Umît Efe, Seroka Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Stenbolê Gulistan Yolerî, Hevseroka Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) Eylem Arzû Kayaoglû tevlî civînê bûn. 
 
Bi sê zimanan hate hazirkirin

Rapora ku bi Kurdî, Tirkî û Ingilîzî hat amadekirin ji aliyê Parêzerê Buroya Hiqûqê ya Asrinê Rêzan Sarica ve bi Tirkî hat aşkerakirin. Sarica, beriya ku raporê aşkera bike derbarê pêkanînên li Girava Îmraliyê de axivî û tecrîda li ser muwekîlê wan Ocalan nirxand. Sarica, bal kişand ser hevdîtina dawî ku di meha adarê ya 2021'a de bi telefonê bi Ocalan re hatibû kirin û diyar kir ku ji 25'ê Adara 2021'ê ve bi tu awayî ji muwekîlê xwe agahî nagirin û got: “Êşkence, miameleya xerab nikare li tu kesî bê kirin. Li Îmraliye pêkanînên êşkenceya giran di dewrê de ne."

Hema bû salekê ti xeber tune 

Piştî van nirxandinên xwe Sarica rapora ku ji aliyê wan ve hatibû amadekirin eşkere kir. Di raporê hate gotin: "Miwekîlên me Abdullah Ocalan 23 sal in, Hamili Yıldırım, Rêzdar Omer Hayrî Konar û Rêzdar Veysî Aktaş jî 7 sal in ku li giravê di nav rejîma înfazê ya girankirî ya em jê re dibêjin ‘Pergala Tecrîdê ya Îmraliyê’ de, di şertên derasayî yên tecrîdê de hatine girtin. Ji miwekîlên me yên li giravê tên girtin ji 25ê Adara 2021î heta bi niha me tu hay ji wan nîn e.’’

Paşê jî di beşa Tespît û Encam de îşaret bi wan tiştan hatin kirin:

Eşkence û kirinên dijmirovî

* Girtîgeha Girava Îmraliyê ku di nav sînorên serweriya Tirkiyeyê de ye, bi Pergala Tecrîdê ya Îmraliyê ya li dijî qedexe bûyîna êşkenceyê, mafên bingehîn û azadiyê, rêgez û qaîdeyên gerdûnî û nirxên demokratîk tê birêvebirin. Birêz Abdulah Ocalan duçarê şertên êşkenceyê yên herî giran ên 23 sal in berdewam in tê hiştin. Birêz Konar, birêz Aktaş û birêz Yildirim jî tevî vê pergalê hatine kirin 7 salên ku di Girtîgeha Girava Îmraliyê de ne duçarê eşkence û kirinên dijmirovî tên hiştin.

* Sala 2021’ê bû sala herî giran a tecrîdê ku me tu xeber ji Rêzdar Ocalan û miwekîlên xwe yên din negirt. Ji 25ê Adara 2021’ê heta bi niha me tu xeber ji wan negirtiye, pêwendiya wan bi der ve re bi temamî hatiye birîn. 

 Temamê serlêdanên malbat û parêzeran bêencam hatin hiştin û destûr nedan ji bo serdanê. Bi heman awayî derfeta xwe gihandina bi rêya telefon û nameyan jî nehat hiştin. 

* Di nav sala 2021’ê de qedexeya êşkenceyê ya di xala 3’yan a Peymana Mafe Mirovan a Ewrûpayê hatiye îşaretkirin, mafê darizandinê yê di xala 6’an de hatiye îşaretkirin, mafê rêzdariyê ji malbat û jiyana taybet re û yê pevagahdar bûyînê yê di xala 8’emîn de hatiye îşaretkirin, rêya serlêdanê ya bandorkir a di xala 13’emîn de hatiye îşaretkirin û xala 18’emîn a sînordarkirina maf û azadiyê belasebeb qedexe dike, binpê kirin. 

* Di demajoya Îmraliyê ya 23 sal di ser re buhurî de, serpêhatiyên li welêt qewimîn ev yek pir baş nîşan da ku; kîngê di mijara meseleya Kurd de polîtîkayên ewlehiyê derxistibin pêş, pê re tecrîda di Girtîgeha Girava Îmraliyê de jî xedartir bûye. Bi taybetî 6-7 salên dawîn bûn serdema herî xedar a vê yekê. 

* Bi heman awayî girankirina tecrîda li Îmraliyê, rê li ber rabûna ji navê ya maf û azadiyê vekiriye li Tirkiyeyê. Îro jî şert û mercên welêt tê de ye û tecrîda eseh a li ser Îmraliyê, negirtina tu xeberê jê bi hev û din re pêwendîdar in. Ji aliyekî ve mirov nikare tu xeberê ji Îmraliyê bigire, temasa bi her awayî tê asteng kirin, ji aliyê din ve welêt ji aliyê civakî, çandî, siyasî û huqûqî û ekonomîk û wd. ve di nav qeyran û tengezariyê de ye. 

* Bi vî awayî; Pergala Tecrîdê ya Îmraliyê ya ku Destûra Bingehîn, Peymana Mafê Mirovan a Ewrûpayê û pêwendiyên huqûqî yên din tune tên hesibandin, li Tirkiyeyê dibe sedema ava bûyîna jiyaneke dijhuqûqî û dijdemokrasî. 

* Demên ku birêz Ocalan dikarî bi civakê re têkiliyê dayîne jî demên ku gelên Tirkiyeyê bi hêvî dikirin bûn, bêhna mirov derdiket. 

* Birêz Ocalan di meseleya Kurd de her tim daye zanîn ku ew ji aliyê çareseriyeke demokratîk, bi destûra bingehîn û aştîxwaz e. Di 23 salên demajoya Îmraliyê de jî li dijê hêzên li dijê diyalog û çareseriyê siyaseteke aştiyê û jiyandinê ya nayê înkar kirin ava kir û rolê xwe yê dîrokî lîst. Aştiyeke bi rûmet a ku Rêzdar Ocalan pêşbînî dike tevî hebûna hêzên li dijê çareseriyê tevan dê rê li ber demokratîk bûyîna Tirkiyeyê vebike, dê bike ku Rojhilatê Navîn bibe erdekî mirov bêhtir bikare lê bijî. 

* Parametreyên siyasî, civakî û huqûqî tev, vekirina pêşiya serdana malbat û parêzerên Birêz Ocalan û miwekîlên, girtina xeberê ji wan, çêbûyîna şertên azadî û ewlehiyê û derbas bûyîna siyaseta diyalog û mizakereyê di meseleya Kurd de ferz dikin."

ENQERE

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2022 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.