Pêngava rûxandinê dest pê kir
Duşem 6 Îlon 2021 - 23:56

Înîsîyatîfa Zarokên Agir diyar kir ku wan li çar bajaran yek jê fabrîke 12 kargeh û TIRek şewitandiye.
Înîsîyatîfa Zarokên Agir got, wan dest bi ‘Pêngava rûxandinê’ kiriye got, “Heta ku leşker û polêsên TC ya faşîst ji Kurdistanê biteqizin, em ê bi pêngava rûxandinê fabrîke, wesayît û kargehan bişewitînin.”
Li gorî daxuyaniyê di 5’ê Îlonê de 9 kargehên li ber perava Erîklî ya Keşana Edîrneyê, li Sîlîvriya Stenbolê şirketa ‘Kale Kayişlari’ ya F.D. ku dijminê Kurdan e û zilmê li karkeran dike, li Bûrsayê TIRa kesekî MHP’yî yê faşîst, di 4’ê Îlonê de li Sîlîvriya Stenbolê fabrîkeya hilberîna plastîkê ya AKP’yiyan, li Konyayê jî kargeha plastîk û PVC’yê ya AKP’yiyan hatine şewitandin.
NAVENDA NÛÇEYAN















